HBDH: Bi berxwedanê mirov dikare pêşiya faşîzmê bigire

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya têkoşîna azadiyê ya li dijî êrîşkariyên herêmî û qetlîaman. Werin em vê berxwedanê geş bikin û bikin derfeteke siyasî.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) derbarê salvegera 3’emîn a avabûna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a HBDH’ê wisa ye:

“Ji bo geşkirina şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê me têkoşîneke mezin da. Ji Dêrsimê heta Serhedê, ji Behra Reş heta Amanosan, ji Efrînê heta Zapê hêzên me bi hewldaneke mezin têkoşiyan. Di vê têkoşînê de endamên me yên Komîteya Rêveber, Fermandariya Hevpar jî di nav de gelek şervanên me heta fîşeka xwe ya dawîn têkoşiyan û şehîd bûn.

Rejîma faşîst dijminê hemû Kurd, Elewî, karker, kedkar, ciwan û şoreşgeran e. Bi êrîşên faşîzan ev pergal hê jî negihiştiye encamê û krîz didome. Koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê bi teror û şerê psîkolojîk hewl dide encaman bi dest bixe lê nikare. Faşîzm sînorên xwe berfireh dike û armanca wan ev e ku Kurd nebin xwedî statu. Ji bo pêşîlêgirtina Rojava hemû îxtîmalên şer dixe rojevê. Lê krîza aboriyê ya demdirêj hemû planên koalîsyona faşîst xerab dike.

Faşîzm di vê sala pêş me de wê bitengije. Sala 2019’an wê ji bo hêzên civakî û siyasî wê saleke krîtîk be. Faşîzm ne bi tenê îroj, dixwaze dahatûya me jî tune bike. Ji ber vê jî em bang li hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku werin di sala 2019’an de em berxwedanê geş bikin û faşîzmê têk bibin. Li hemberî faşîzmê tekane rêya têkoşînê, berxwedan e.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Leyla Guven û girtiyên siyasî dest bi berxwedaneke nû kirin. Ji ber vê jî ku têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya têkoşîna azadiyê ya li dijî êrîşkariyên herêmî û qetlîaman. Werin em vê berxwedanê geş bikin û bikin derfeteke siyasî. Werin em qadan, kolanan, fabrîkayan, dibistan û çiyayan bikin kelehên berxwedanê û têkoşînê geştir bikin.”