Swîsreyiyan bi boneya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê protesto bikin, çalakiyên xwe bi awayên cûr be cûr berdewam dikin.
Swîsreyiyekî li bajarê Zurîh dijî, pankarta “Qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê bidin sekinandin” û posterê Ocalan bi şaneşîna mala xwe ve daleqand. Swîsreyiyê din jî pankarta “Xwedî li Efrînê derkeve û piştgiriyê mezin bike” bi duwarê mala xwe ve daleqand.
Ev çalakiya Swîsreyiyan kirî li ser torên civakî rastî eleqeyek mezin hat, Swîsreyiyên ku di nava piştgiriya ji bo Efrînê dene, hemû kes vexwandin çalakiyên bi vî rengî ku xwedî li Efrînê derkevin û çalakiyên navneteweyî mezin bikin.