Swîsre wê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
Li Swîsreyê bi çalakiyên ku li gelek navenda bên lidar xistin, wê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiyê bikin.
Li Swîsreyê bi çalakiyên ku li gelek navenda bên lidar xistin, wê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiyê bikin.
Li Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan ji bo li dijî tecrîda girankirî ya ku ev demekî pir dirêj li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Ewropayê bê navber hatin destpêkirin wê rêze çalakî bên lidar xisitin. Kurdistanî û dostên wan ên ku di çalakiyên ku li gelek navenda bên lidar xistin wê daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û azadiya wî bikin.
Bi taybet piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê fikarên Kurdistaniyan a têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan zêde bûne, Kurdisanî wê di çalakiyan de daxwaz ji hêzên navneteweyî bikin ku têkildarî azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) banga bejdariya xûrt ji bo çalakiyan kirin û wiha got: “Roj roja ji bo Rêbertiya xwe dakevin kolanan e. Her kes baş bizanibe bê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti azadî pêk nayê. Divê ji 7 salî heta 70 salî ji bo Rêbertiya xwe dakevin kolanan.”
Cih, dîrok û saetên çalakiyên ku li gelek navendan bê lidar xistin wiha ne:
BERN
10’ê Tebaxê saet 18:00’an li Bahnoff Platz
18’yê Tebaxê saet 14:00’an li pêşiya Parlementoya Federal a Bern (Giştî Swîsre)
CENEVRE
11’ê Tebaxê saet 15:00-18:00’an li pêşiya Neteweyên Yekgirtî
LÛZERN
11’yê Tebaxê saet 18:00’an Thearplaz
ZURÎH
11’yê Tebaxê saet 15:00’an li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiye
BASEL
11’yê Tebaxê saet 18:00, li pêşiya Parlementoya Basel (MAkplatz)
Her wiha li Baselê 13’yê Tebaxê saet 15:00’an Kurdistanî û dostên wan wê li Parka Claramatt wê di mîtîng û meşa ku li navenda Swîsreyê bê lidar xistin, wê daxwaza azadiya Ocalan bikin.