Parlementoya Swêdê komkujiya Enfalê ku rejima Sedam Huseyîn di navbera mehên Sibat-Îlonê de pêkanî û 182 hezar Kurd qetil kirin weke komkujî qebûl kir. Biryar di roja 5’ê Kanûnê li parlementoya Swêdê di civînê de hate pejirandin. Bi vî awayî piştî Iraqê, Swêd bû welatê duwem yê ku Enfal weke komkujî qebûl kirî.
Ji sala 2007’an ve nîqaşên Enfal weke komkujî bê qebûl kirin yan na tên kirin. Partiya Çep, Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat û Partiya Derdor û Keskan ku di sala 2008’an û 2010’an pêşnûmeyên Enfal weke komkujî bê pejirandin dabûn, lê pêşnûme di parlementoyê de ji aliyê partiyên din ve hatibû red kirin.
Piştî 5 parlementerên Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat ya Swêdê di meha Cotmeha vê sale de pêşnûmeyek dan Parlementoyê ku Enfal weke komkujî bê qebûl kirin, mijar di Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlementoyê de hate destgirtin û hemû partî gihabûn wê qenetê ku Enfalê weke komkujiyê qebûl bikin.
BI KURDAN RE PIŞTEVANIYA ENTERNASYONAL
Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlementerê Partiya Gel Fredrîk Malm di sala 2005’an de serdana Başûrê Kurdistanê dike û dide diyarkirin ku, ji deh hezaran tenê bi du kesên bûne qurbanê Enfalê re hevdîtinê dike û bandora komkujiyê ya li ser mirovan dike bi van gotinan anî ziman: “Hamîde Hasa Muhammed ji bo nefesê bistîne neçare mehê 15 caran dermanên giran bikar bîne. Çekên kîmyawî yên Sedam bikaranî ne tenê bedena Hamîde ya tê dîtin zirar daye lebetên wê yên hundir jî. 5 caran ji çavên xwe hatiye emeliyat kirin. Di wê demê de rewşa zaroka wê jî ji wê ne cûda bû. Ne tenê ji bo Hamîdeyê, ji bo bi deh hezaran Kurdên ku ji aliyê rejima Sedam Huseyînê faşîst, nîjadperest û militarist ve hatine qetil kirin pêwîste em Enfalê weke komkujî qebûl bikin…Ev netenê ji bo qebûl kirina bûyerên di paşerojê de, ev ji bo pêşveçûnên di roja me de jî girînge. Îro helwesta rejima Bexdayê ya li dijî Başûrê Kurdistanê dibe bi tundiyê encam bibe. Di pêşerojê de ji bo bi Kurdan re piştevaniyekî enternasyonal jî pêkbê girînge.”
Berdevekê Polîtîkaya Derve ya Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Urban Ahlin destnîşan kir ku, weke partî ji bo Enfal weke komkujî bê pejirandin, bi Partiyên Keskan û Çep anîn rojeva Parlementoyê lê belê ji ber sedema partiyên wê demê desthilat li hember derketin encam nehate girtin. Vê carê hemû partiyan qetliama li dijî Kurdan weke komkujî pejirandin pêşketinek mezin bû.
Parlementerê Partiya Derdor Mutt, li rexmî ku Enfal weke komkujî qebûl kirin pêşketinek mezin nirxand jî Hikumeta Swêdê piştevaniya wê ya kêm ya bi Rêveberiya Xweser ya Kurdan re rexne kir.
BILA YÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊN SEDAM BÊDENG DIBIN ŞERMÊ BIKIN
Parlementerê Partiya Çep Hans Linde got; “Di dema Enfalê de di encama êrîşên li dijî Kurdan de çek û bombeyên kîmyewî hatine bikaranîn û li gorî qeydên Iraqê 182 hezar Kurd hatin kuştin. Hinek çavkaniyên ser bixwe diyar dikin ku, ev hêjmar qat bi qat zêdetire. Li Swêdê gotinek heye ku dibêje, dem hemû êşan dipêçe. Ev ne raste. Yên komkujî jiyan kirin, ji bo zarok û neviyên wan hêjan birînekî ku xwîn jê tê ye. Ji bo çêbûna vê birînê tenê bi qebûl kirina komkujî û hesab ji berpirsyaran pirsîne. Ji ber vê çendê Enfal weke komkujî qebûl kirin girînge. Di welatên din de jî di demekî ku li dijî Kurdan êrîş zêdebûyî pêwîste dersan ji dîrokê bigirin.”
Piştî ku Parlementerê Partiya Derdor û Keskan Jabar Emîn aşkera kir ku, di navbera 9 mehan de 182 hezar Kurd hatin kuştin û bi sed hezaran jî hatin surgun kirin, navên warên Kurdan yên hatin talan kirin û şewitandin yek bi yek xwendin. Balkişand ser ku li rexmî 25 sal di ser de derbazbûne jî li xwişk û bira, zarok, dayîk û bavên xwe digerin. Amîn bibîrxist ku, dema di nava 9 mehan de bi sedhezaran Kurd dihatin kuştin Rojavayî û Cîhan li hember komkujiyên Sedam bêdeng dima, lê belê ev ji bo dewlet, rêxistinên civakî yên sivîl û mirovahiyê bû rûreşiyek.
Amîn diyarkir ku, di sala 2005’an de Başûrê Kurdistanê ber bi pêkhatinekî federatîf ve çûye û di şert û mercên ku rejima Iraqê li hemberî van pêşketinan nerihet dibe, pir girînge ku Yeketiya Ewropa û Swêd li rex Rêveberiya Xweser ya Kurd bigire.
BIRYAR JI BO YÊN DAXWAZÊN KURDAN BI TUNDIYÊ HEWIL DIDIN BITEPISÎNIN SÎNYALEKE
Piştî dengdanê û Enfal weke komkujî hate qebûl kirin, em pirsa ev biryar ji bo gelê Kurd û welatên Rojhilata Navîn yên Kurd têde jiyana dikin tê çi wateyê ji Berdevkê Polîtîkaya Derve ya partiya Karkerên Sosyal Demokrat Urban Ahlin û Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Partiya Çep Hans Linde kir û gotin, “Biryar ji bo welatên ku tekoşîna Kurdan hewil didin bi tundiyê bitepisînin sînyaleke.”
Ahlîn behsa girîngiya hikumeta Iraqê ku beriya vê ev rastî qebûl kir û berpirs darezandin kir û diyarkir ku, “Me li vir komkujî qebûl kir û me nîşan kir ku, em li hemberî êrîşên li dijî Kurdan hatine kirin bêdeng namînin û êşên wan parve dikin. Ev biryara me ji bo welatên serokên wan yên otorîte ku ger weke Sedam komkujiyan bikin, ew neçarin zehmetiya wê jî bikişînin, ev biryar ji bo wan weke peyamekê ye. Lê belê pêwîste destpêkê welatên ku ev komkujî pêkanîne qebûl bikin û bi dîroka xwe re rûberû bên. Em dizanin ku li aliyê din yê Kurdistanê Tirkiye li dijî Kurdan komkujî pêkaniye ev nîqaş tên kirin. Lê belê ev mijareke ku piştre bê dest girtin. Niha pir girînge ku komkujiya Sedam pêkaniye hatiye qebûl kirin.”
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep Hans Linde jî da zanîn ku, biryara ku parlementoyê girtiye di aliyê parvekirina êşên Kurdan de û ji bo pêşî li komkujiyê nû bêgirtin pêngavek gelek girînge. Linde anî ziman ku, ev mijar dê li Swêdê di pratîkê de jî bêdîtin, her wiha pêwîste ev mijar li dibistana weke ders bê vegotin.
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Derdor û Keskan Bodil Ceballos jî destnîşan kir ku, Enfal di parlementoyê de bi dengê hemû partiyan weke komkujî hate pejirandin evê yekê jî danî holê ku gûman tuneye ku ev yek komkujî nîne, her wiha da nîşandan ku Swêd li gel Kurdane.
Piştî ku li parlementoyê Enfal weke komkujî hate pejirandin komek ya Kurdan li Parlementoyê gul dan nûnerên partiyan û sipasiya wan kir.