Swêd ji bo darizandina DAÎŞ'iyan kete nava hewldanan

Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne li dadgeheke taybet bên darizandin, hikumeta Swêdê kete nava hewldanan. Hollanda, Fransa, Îngilîstan û Belçîkayê bi rengekî germ nêzî banga Stockholmê dibin.

Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên ji aliyê hêzên YPG/QSD'ê ve bi saxî hatin zevtkirin li dadgeheke taybet a bi beşdariya çavdêriyên navneteweyî werin darizandin, rêveberiy Stockholmê kete nava hewldanan.

Li gorî agahiyan, bi vê armancê wê bi hewldana Swêdê 3'ê Hezîranê yekemîn civîna navneteweyî pêk were. Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Mikael Damberg ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir, dewlet êdî divê darizandineke bi vî rengî bixin rojeva xwe.
Wezîr Damberg got, nûnerên welatên tevlî civînê bibin wê ne tenê nêrînên xwe parve bikin, di heman demê de wê sûcên ku DAÎŞ ji ber wan bên darizandin destnîşan bikin. Li gorî wezîrê Swêdî, di halê hazir de Hollanda, Fransa, Îngilîstan û Belçîkayê bersiveke erênî dane vê hewldanê.

'LI CIHÊ KU LÊ NE WÊ WERIN DARIZANDIN'

Wezîr Damberg diyar kir, DAÎŞ'î li şûna ku bînin Ewropayê û li Ewropayê bên darizandin, wê baştir be ku li devera lê ne derkevin pêşberî dadgehê û ji bo sedema vê yekê jî got, "Li gorî me, girîng e ku li Rojhilata Navîn devera ku lê ne dadgeh bê avakirin, li wir bên darizandin."

Awûstûrya jî ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne li dadgeha sûcên şer a navneteweyî bên darizandin ketibû nava hewldanan. Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Kickl ji bo vê yekê serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dabû. Yekîtiya Ewropayê hîn bersiv nedaye vê daxwaza Viyanayê.

Serokê DYE'yê Donald Trump meha Sibatê bang kiribû û gotibû, "DYE ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevkarên xwe yên din ên Ewropayî dixwaze, ji bo zêdeyî 800 şervanên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê hatine girtin li pêşberî dadgeriyê werin darizandin, wan werbigirin. Alternatîfeke din nîne, naxwe em ê neçar bimînin wan berdin." Lê belê heta niha bi taybetî Elmanya û Îngilîstanê bersiveke neyînî dabûn daxwaza Trump.

Zêdeyî 2800 DAÎŞ'î ji aliyê yekîneyên taybet ên YPG'ê ve li bakurê Sûriyeyê hatibûn girtin. Zêdeyî 800 çeteyên DAÎŞ'ê welatiyên 46 welatên biyanî ye ku piraniya wan welatên rojavayî ne. Heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên di destê YPG'ê de xwestin.