Swêd di durutiyê de şampiyone
Swêd di durutiyê de şampiyone
Swêd di durutiyê de şampiyone
Serokwezîrê Swêdê Fredrîk Reînfeldt û wezîrê Karê derve Cal Bîldt ku konferansên qirkirinan, her sal ‘rojên mafên mirovan’ pêk tîne û xwe wek şampiyonên mafê mirovan û demokrastiya cîhanê nîşan dide, di serdana serokwezîrê Tirk Erdogan ew jî ku şamşiyona binpêkirina mafan di destê xwe de girtiye, pesnê wî da.
Di çapemeniya Swêdê de der barê Erdogan de nûçe û şîroveyên wekê duru tên kirin, lê çapemeniya dîtbarî û nivîskî beşeke wê ya mezin polîtîkaya duru ya hikûmet Swêdê ji nedîtîve dît. Ev rastiyeke ku li pişt vê helwesta duru ya çapemeniya Swêdê berjewendiyên burjuvaziya tekela Swêdê hene.
Serokwezîrê Swêdê Fredrîk Reînfeldt û Wezîrê Karê Derve Carl Bîldt, di dema ziyareta xwe ya Erdogan de li şûna ku binpêkirinên mafan yên ku Erdogan li welatê xwe pêk tîne bîne rojevê, pesnê wî dan.
Di çapemeniya hevpar ya ku hate dayîn de Reînfeldt, der barê binpêkirinên mafan yên ku li Tirkiye û Kurdistanê tên jiyîn, girtina 10 hezar girtiyên KCK, piştgiriya Tirkiyeyê ya bo El Nusra, tu rexneyek nekir û îdia kir ku Erdogan di mijara mafê mirovan de tiştên gelek baş kiriye.
HEVKARÊ SÛCÊ ERDOGAN CARL BÎLDT
Wezîrê Karê Derve Carl Bîldt ku hevkarê sûcê Erdogan û AKP’ê ye, di gotara xwe ya di Rojnameya Dagens Îndustrî de îdia kiri ku lîderên tirk, perwerdehiya zimanê dayikê serbest kiriye, pir çandî xistiye jiyanê û ev jî wek dewlemendiyekê ye. Bîltd îdia kir li Tirkiyeyê dengê çekan rawestiyaye û pêvajoya aştiyê baş dimeşe, bi pêşengiya Erdogan Tirkiyeyek nû vejiyaye.
Li pişt vê durutiya li hemberî Tirkiyeyê wisa xuyaye ku berjewendiyên aboriya sermayeya tekela Swêdê heye û Erdodan di civîna ku bi Reînfeldt re li Stockholmê da de diyar kir ku li Tirkiyeyê nêzî 200 fîrmayên Swêdê peywirê dikin û gotibû asta bazirganiya di navbera du welatan de ji sala 2012’an heta niha gihiştiye 3,5 mîlyor dolarî, lê vê têr nabînin û dê zêdetir pêşve bibin.
Tirkiyeya ku xwedî 75 mîlyon bazar û xwedî nifûseke dînamîke, di qada Teknolojiyê de jî di nava welatên herî pêşveçûyî yên cîhanê de cih digire û ji ber vê îştaha hêzên derve zêde dike. Sala borî Hikûmeta Swêdê ji bo tirkiye ji teknolojiya Swêdê re razemeniyê bike pewyir da Konseya Îhracê. Di rapora ku berê hatiye weşandin de hate diyar kirin ku eleqeyeke mezin li dijî teknolojiya hawirdorê ya Tirkiyeyê heye û got şîrketên Swêdê eleqeyek mezin nîşanê bazara Tirkiyeyê didin.
Di meha Adarê de serokomar Abdullah Gul çibû Swêdê û di serdanê de ‘Belgeya Hevkariya Stratejîk’ îmze kir. Bi vî awayî hat xwestin ku di navbera du welatan de têkiliyên polîtîk û aborî bên başkirin û her wiha Swêdê piştgirî tam da pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê. Her wiha peymana ji bo teknolojiya enerjî û hawirdorê hat îmzekirin û jibo vê hikûmeta Swêdê dê 5 mîlyon kron fon veqetîne.
Hevkariya di navbera du welatan de, di meha tîrmehê de piştî ku şêwirmendê çandê tayînê sefaretxaneya Stenbolê ya ji aliyê hikûmeta Swêdê ve hat kirin pêk hat. Dema çalakiyên Gezî didomiya, dema Ewropa û DYA’yê rexneyên tund li Erdogan dikir, ev biryar hat girtin û ev bi armanca piştgiriyê dihat kirin.
Di gera dawî ya Erdogan de wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz hebû. Taner bi wezîrê enerjiyê yê Swêdê re li tesîsên enerjiyê lêkolîn kirin û ev jî nîşan dide ku Swêd ji bo ku hedef û razemeniyên xwe pêk bîne pêşveçûnên girîng pêk anîne.
DURUTÎ DI ÇIVÎNA ÇAPEMENIYÊ DE JÎ DIDOME
Durutiya Swêdê xwe di civîna çapemeniyê de jî da der. Ji bo rojnamegerên ku pirsên rexnegirt dipirsin, mafê axaftinê nayê nasîn. Li gorî rêbazan hemû rojnamger divê pirsan bipirsin. Lê wan li gorî tercîhan mafê pirsîna pirsan kir.
Civîna li avahiya serokwezîrtiyê hat dayî pir kurt berdewam kir. Du rojnamegerên tirk û du jî yên Swêdê pirs pirsîn.
Parêzvanên Erdogan li her derê salonê belav bibûn û xwepêşendanên li derveyê parlamentoyê û nasnameya kesên tevlibûne, hewl didan tespît bikin.
Lê polîsê Swêdê rewş hema ferq kir û destûr neda vê rewşa polîsê tirk.
Serdana Erdogan bi dawî bû , lê ev helwesta hikûmeta Swêdê ya li hemberî AKP’ê dê rê li ber nîqaşên cuda vebike.