Sûriyeyê kontrola çekên kîmyawî ya NY nepejirand

Sûriyeyê kontrola çekên kîmyawî ya NY nepejirand

Sûriyeyê heyeta Neteweyên Yekbûyî ku xwestin kontrol bikin ka aliyên şer yên li welat çekên kîmyawî bikar anîne yan na, nepejirand.

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Sûriyeyê ya sipartî rayedarek yê wezareta karên derve, kontrol weke ‘hewildana binpêkirina desthilatdariya Sûriyeyê’ binav kir û ragihand ku, ew dê destûr nedin çavdêrên NY derbazî welat bibin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon daxuyaniya ku roja Dûşemê dabû, aşkera kiribû ku heyeta pispor ya bikaranîna çekên kîmyawî kontrol bike li Qibrisê amadeye.

Daxuyaniya ku Ban Kî-Moon li bajarê Lahey yê Holandayê kirî, bang li Sûriyeyê kiribû ku heyeta pispor ya ji Organîzasyona Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) ya navenda wê li Laheyê bipejirîne. Kî-Moon ku xwest bi awayek lez destûrê bidin heyeta pispor û gotibû “Ji ber ku ger direng bimîne derfet heye ku delîl bêne winda kirin.”

Rejima Sûriye û muxalif li Heleb û paytext Şamê bi karanîna çekên kîmyawî hevdu sûcdar dikin.