Sûriye: Tirkiye hê jî terorîstan fînanse dike
Heyeta Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY), di rûniştinên mafên mirovan a NY de axivî û diyar kir, ku di serî de dewleta Tirkiyeyê gelek hêzên herêmî komên terorîstan fînanse dikin.
Heyeta Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY), di rûniştinên mafên mirovan a NY de axivî û diyar kir, ku di serî de dewleta Tirkiyeyê gelek hêzên herêmî komên terorîstan fînanse dikin.
Serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî Pînheîro di rûniştinên NY de axivî û got "Serfiraziya li dijî DAIŞ'ê nayê wateya bidawîbûna şerê li Sûriyeyê."
Rûniştinên Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya 36'emîn bi xwendina rapora 32 rûpelan a Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî didome.
PÎNHEÎRO: SERFIRAZIYA LI DIJÎ DAIŞ'Ê WÊ NEBE BIDAWÎBÛNA ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ
Serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî Pînheîro di rûniştinê de axivî û got, "Serfiraziya li dijî DAIŞ’ê nayê wateya bidawîbûna şerê li Sûriyeyê."
Pînheîro diyar kir ku rejîm li gelek cihan çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Di êrîşên hewayî yên hêzên rejîmê û Rûsyayê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan" û îddîa kir ku "DYA û hêzên koalîsyonê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de, zêde girîngiyê nadin parastina sivîlan."
'JI BO ÊZIDIYAN DIVÊ ZÊDETIR HEWL WERE DAYÎN'
Pînhero got, divê êrîşên li dijî nexweşxane û cihên olî werin sekinandin û wiha dewam kir, "Divê hêzên navneteweyî ji bo Êzidiyên ketine destê DAIŞ’ê zêdetir hewl bidin û wan rizgar bikin."
DEL PONTE: DIVÊ SÛCDARÊN ŞERÊ SÛRIYEYÊ WERIN DARIZANDIN
Endamê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî Carla Del Ponte jî diyar kir, ligel ku 7 sal ji ser destpêkirina şerê Sûriyeyê derbas bûye jî hêzên navneteweyî hê çareseriyek ava nekirine û destnîşan kir ku ji bo lêkolîna sûcên şer ên li Sûriyeyê hê ji Konseya Ewlekariyê ya NY raye nestendiye. Del Ponte got, "Li Sûriyeyê sûcê şer didome. Lê sûcdar nayên darizandin, ev tişt nayê qebûlkirin. Divê civakên navneteweyî ji bo mexdûran û edaletê êdî tiştekî bikin."
SÛRIYE: TIRKIYE HÊ JÎ PIŞTGIRIYA TERORÎSTAN DIKE
Nûnerên dewletan ji bo nirxandina rapora Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûriyeyê ya Navneteweyî mafê axaftinê stendin. Heyeta Sûriyeyê diyar kir ku ev rapor yek alî hatiye amadekirin û destnîşan kir ku Tirkiye di serî de gelek hêzên herêmî piştgiriya terorîstan dikin.
Di heman demê de nûnerê Tirkiyeyê jî di rûniştinan de axivî û bêyî ku qala DAIŞ'ê bike, YPG û QSD rexne kir.