Sûriyê ji NY xwest pêşî li destwerdanê bigire
Sûriyê ji NY xwest pêşî li destwerdanê bigire
Sûriyê ji NY xwest pêşî li destwerdanê bigire
Hikûmeta Sûriyê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon xwest, ji bo pêşî li hemû êrîşên li dijî Sûriyê bigire, xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve.
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA, hikûmeta Sûriyê bang li Sekreterê Giştî yê NY kir ku "xwedî li berprsiyariyên xwe derkeve, ji bo astengkirina hemû êrîşên li hemberî Sûriyê têkeve nava hewldanan û ji bo çareseriyeke siyasî û aştiyane ji krîza li Sûriyê re bê dîtin, li pêş bimeşe."
Nûnerê Sûriyê yê temî li NY Beşar El Caferî di nameya xwe ya ji bo Ban Kî-moon de diyar kir ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşî li "bikaranîna zorê ya li dijî rewabûna navneteweyî" bigire.
Hikûmeta Sûriyê di nameya xwe de îdîa kir ku berevajî sûcdariyên dewletên Rojavayî wan ti carî serî li çeka kîmyewî nedane û bibîr xist ku rêveberiya Şamê ji Sekreterê Giştî yê NY xwestdiye di 19'ê Adarê de xwestiye li Han El Asal a nêzî Helebê, der barê bikaranîna çekên kîmyewî de lêkolîn û lêpirsînê bimeşîne.
Caferî got, "Cîhan li bendê bû ku DYE Konferansa Cenevreyê ya li ser Sûriyê bi awayekî cidî amade bike û rola piştevaniya aştiyê bileyze. Ne li bendê bû ku li dijî dijberên polîtîkayên xwe, serî li hêza leşkerî bide."
Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry di daxuyaniya xwe ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de îdîa kir ku di destê wan de delîl hene ku nîşan didin êrîşa kîmyewî ya 21'ê Tebaxê li Şamê, ji aliyê rejîma Esad ve hatiye kirin. Kerry di daxuyaniya xwe ya ji kanala NBC de got, "Mînakên ji por û xwîna mexdûrên bûyerê nîşan didin ku rastî gaza sarînê hatine." Lê belê, ji ber ku Obama xwest kongreyê jî tev li biryara destwerdanê bike, nayê payîn ku di demeke kurt de destwerdan bê kirin. Ji xwe parlamenterên DYE'yî wê piştî 9'ê Îlonê kom bibin.