Îsmaîl Hakki Mûsa, piştî îstifaya Hakan Fîdan bi wekîlî li Musteşariya MÎT'ê hat wezîfedarkirin. Di sala 1960 de li Trabzon-Arakli-Dagbaşi ji dayik bûye. Gundê Dagbaşi beriya polîtîkaya "paqijkirina ji ecnebiyan" a dewleta Tirk, navçeyeke Rûm û Yahûdiyan bû ku 18 gund pê ve girêdayî bûn. Navê yê wê demê ne Dagbaş, Harûska bû.
Îsmaîl Hakki Mûsa, beriya wezîfeya xwe ya alîkariya musteşariya MÎT'ê yê ji îstîxbarata derve berpirsyar, wezîfeya sefîriya bilind a Tirkiyeyê ya li Brukselê dimeşand. Îsmaîl Hakki Mûsa, di Cotmeha 2011'an de li Brukselê bû sefîrê bilind û di Cotmeha 2012'an de wezîfeya wî bi dawî bû. Di nava pêvajoya salekê de, li Ewropayê hewldanên sûîqestê yên li dijî siyasetmedarên Kurd derketin asta herî bilind.
PLANA MGK'Ê YA TINEKIRINA PKK'Ê YA SALA 2011'AN
Di destpêka sala 2011'an de MGK'ê biryar dabû ku tevgera siyasî ya Kurd bi awayekî topyekûn ji holê bê rakirin. Wê bi awayekî hevdemî êrîş li qada siyaseta legal a li Tirkiyeyê û saziyên Kurd ên li Ewropayê bihata kirin. Di vê çarçoveyê de bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re li hev kir.
Di wê demê de 1500 welatparêzên Kurd û endamên PYD'ê li zîndanên Sûriyeyê girtî bûn. Têkiliya Tirkiye û Sûriyeyê baş bû, di asta wezîran de hevdîtin dihatin kirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî wê bi tecrîdkirina PKK'ê re tevlî vê planê bibûya. Tevgera Goran, belgeyên vê peymana 13'ê Çileya 2011'an a bi dewleta Îranê re belav kir. Bi kurtasî şert û mercên hundir û derve 'ti carî ewqasî guncaw nebûbû.'
MEDYA AKP Û FETHÛLLAH GULEN JI TINEKIRINÊ BAWER BÛN
Hikûmeta AKP'ê plana tinekirina Kurdan, bi hemû saziyên dewletê û rêxistina Fethûllah Gulen re di nava mutebeqet û ahengiyekê de dimeşand. Lingê propaganda yê operasyonê ji aliyê medya Gulen û AKP'ê ve dihat kirin. Rojname û televîzyonên ser bi rêxistina Gulen, bi awayekî rêk û pêk bi zimanekî tund digot 'PKK wê vê carê biqede'. Polîs-rojnamevan Emre Ûslû yê li ser navê Gulen dixebitî dinivîsand û digot, 'Eger 20 berpirsyarên payebilind ên PKK'ê bê kuştin, teror wê biqede' û wiha dewam dikir; "Ez îdîa dikim di vê payîzê de wê PKK biqede. Hikûmet nîqaş dike ku bi malbatên yên werin kuştin re çawa têkiliyê deyne."
Nivîskarê Zaman Mumtaz Turkone bi sernavê "Payîza dawî ya PKK'ê" nivîs dinîsand û digot, "PKK diqede, werin em rewşa piştî wê nîqaş bikin."
Nivîskarê Yenî Şafakê Fehmî Korû, bi navê Taha Kivanç nav û wesfa vê planê berê destnîşan kiribû: Rêbaza Tamîl... Fehmî Korû mizgînî dida ku bi desteka DYA wê li dijî PKK'ê plana tinekirina gerîlayên Tamîlê ya li Srî Lankayê, bê bikaranîn.
JI BO KUŞTINA RÊVEBERÊN KCK'Ê RÊVEBERNAME HAT DERXISTIN
Plana tinekirina tevgera siyasî ya Kurd bi esasî li ser kuştina rêveberên payebilind ên PKK'ê hatibû avakirin. Bi armanca "rewakirina" kuştina KCK'yiyan, hikûmeta AKP'ê rêvebernameyek derxist.
Rojnameya Sabahê di hejmara xwe ya 9'ê Adara 2012'an de, behsa "Rêvebernameya Xelatê ya Têkoşîna li dijî Terorê" dikir ku ji bo zevtkirina rêveberên PKK'ê hatibû amadekirin. Li gorî rêvebernameyê, kesek ji 50 rêveberên kadroyên pêşeng ên PKK'ê bidin girtin, wê bi 4 mîlyon lîrayî xelat bê dayîn. Eger ji rêveberên di asta jêrîn de kesek were girtin, wê 2 mîlyon lîra xelat were dayîn. Di nûçeyê de dihat gotin ku 20 ji 'kadroyên pêşeng' li Ewropayê dijîn.
Rojnameya Hurriyetê jî di hejmara xwe ya 19'ê Cotmeha 2012'an de bendewariyên dewlet Tirk a ji rêvebernameyê aşkera dikir: "Li gorî rêvebernameya xelatê ya di têkoşîna li dijî terorê de, ji bo navên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, endamên Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan, Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Fehman Huseyîn û Mûstafa Karasû, Sabrî Ok û Zubeyîr Aydar ên tevlî hevdîtinên Osloyê bûn, 4 mîlyon lîre dihat dayîn. Ji bo îstîxbarata di cih de jî 100 hezar TL wê biahta dayîn."
Rojnameya Hurriyetê di 19'ê Cotmehê de bi van tespîtan ragihand ku ev rêvebername di meriyetê de ye: Eger li axaftinên dawî yên Serokwezîr were temaşekirin, fêm dibe ku rêvebername hatiye morkirin û di meriyetê de ye.
PLANA SEFÎRÊ BILIND Ê TIRKIYEYÊ YÊ LI BRUKSELÊ JI BO KUŞTINA REMZÎ KARTAL
Sefîrê Tirk ê Belçîkayê Îsmaîl Hakki Mûsa, li hemberî siyasetmedarên Kurd ên li Belçîkayê di çarçoveya biryarên Enqereyê de planek amade kir û ekîbek ava kir. Ji bo vê jî sûîqestvanên profesyonel dît û bi wan re peyman çêkir.
Beşeke girîng a "Rêveberên payebilind ên KCK'ê" li Belçîkayê diman. Ji bo pêkanîna plana Tamîl li Ewropayê, çapemeniya Gulen û medya AKP'ê, navê Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar bilêv dikirin.
Di bihara 2011'an de ekîba Sefîrê Bilind Îsmaîl Hakki Mûsa destpêkê hedef diyar kir, dûre ji bo pêkanîna cînahetê 'ekîba profesyonel' amade kir. Ev şexsê ku welatiyê welatekî Balkan e, li Brukselê hevdîtin dikir. Di prensîbê de li hev kirin.
Ji bo hejmara pere û wergirtina pere, ev sûîqestvan çû Stenbolê. Li otelekê bi endamên MÎT'ê re hevdîtin kir. Li hev kirin ku di berdêla kuştina Remzî Kartal de 500 hezar Euro bistîne. 250 hezar Euro wê beriya çalakiyê, yê mayî jî piştî çalakiyê werbigirta. Sûîqestvan piştî hevdîtinê 20 hezar Euro wergirt û vegeriya Brukselê.
Di vê dema ku ev liv û tevgera li xeta Bruksel-Enqereyê hebû de îstîxbarata yek ji welatên Skandînavyayê xwe gihand Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar û ev agahî ji wan re ragihand. Hişyarî da wan ku amadekariyeke cidî ya sûîqestê tê kirin û divê ewlekariya xwe di asta herî bilind de bikin. Kartal û Aydar ev agahî di cih de ji rayedarên Belçîkayê re ragihandin.
ÎRAN DIKEVE NAVA TEVGERÊ
Li gel van qewimînan, di 16'ê Tîrmeha 2011'an de artêşa Îranê êrîşî Qendîlê kir. Hevkariya Îran-Tirkiyeyê di asta herî bilind de bû. Hevkariya Îranê bi Tirkiyeyê ne tenê êrîşa li hemberî qadên gerîla bû. Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî di hedefa Îranê de bû. Hikûmeta Îranê bêzariya xwe ya ji PJAK û Hecî Ehmedî bi hin wesîleyan dianî ziman. Cînayetên Îranê yên di demên bihurî de li Ewropayê li dijî siyasetmedarên Kurd kir, di bîra mirovan de bû.
HEDEFA MAFYA TIRK A LI ELMANYAYÊ HAT GIRTIN HECÎ EHMEDÎ BÛ
Di vê demê de polîsê Elman, li hemberî komeke mafya ya Tirk operasyon pêk anî. Di encama operasyonê de li ser koma hat binçavkirin agahiyên şexsî, wêne û navnîşanên mal û cihê kar ê Hecî Ehmedî hat zevtkirin. Endamên îstîxbarata Elman bi Hecî Ehmedî re ketin nava têkiliyê, ev agahî bi wî re parve kirin û hişyarî dan ku ewlekariya wî di bin xeteriyeke mezin de ye. Dewleta Tirk, bi beralîkirina Hecî Ehmedî re dixwest jestek di asteke bilind de bide Îranê.
SEFARETXANEYA TIRK A LI AWÛSTÛRYAYÊ KET NAVA TEVGERÊ
Di payîza 2011'an de li Awûstûryayê bûyereke bi heman rengî qewimî. Kesekî ku piştî li Tirkiyeyê di nava rêxistineke çep de bi awayekî aktîf cih girt û li Viyanayê serlêdana penaberiyê kir, serî li polîsê Awûstûrya da û xwest jiyana wî ewle bikin. Kesê mijara gotinê diyar kir ku çend kesên ji sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê çend caran pê re hevdîtin kirine, di vê hevdîtinê de jê xwestine ku li hemberî Kurdan çalakiyekê plan bike. Behsa ekîbeke sûîqastê ya tevî wê du kesên din jî tê de cih digire, kir. Îstîxbarata Awûstûryayê ev bûyer weke planeke sûîqesteke cidî ya li hemberî siyasetmedarên Kurd dît, siyasetmedarên Kurd agahdar kir û di warê ewlekariyê de hişyar kir.
SEFARETXANEYA TIRKIYEYÊ YA LI BRUKSELÊ BI OMER GUNEY Û EKÎBA WÎ RE DI NAVA TÊKILIYÊ DE YE
Di payîza 2011'an de, dewleta Tirk dikir nedikir nikarîbû plana tinekirina PKK'ê bi cîranên xwe re bixe meriyetê, plana Tamîlê ya ku gelekî pê bawer û hêvî bû, bicih nedihat. Tevî tecrûbeyên MÎT, Daîreya Derve ya bi MÎT'ê ve girêdayî û Îsmaîl Hakki Mûsa jî, sûîqestek hînê nekarîbû pêk bihata. Di vê astê de hucreya Tirk a li Fransayê zindî bû. Hevdîtinên Omer Guney û îstîxbarata Tirk di vê demê de zêde bûn. Guney diçû Brukselê û dihat. Omer Guney di qeyda dengê xwe ya hevdîtina bi endamên MÎT'ê de, ku di çapemeniyê de cih girt digot ew amade ye rayedarên KCK'ê bikuje u li benda fermanê ye. Endamê îstîxbarata Tirk a pê re hevdîtin kirin digot, "Nelezîne, bisekine", lê belê fermana "lê belê Remzî Kartal bikuje, te ew dît efû neke" didan.
GAVA DEMA CÎNAYETÊ NÊZÎK ÎSMAÎL HAKKI MÛSA WEZÎFEYA XWE GUHERAND
Îsmaîl Hakki Mûsa û ekîba wî, hîn bûn ku hay îstîxbarata Belçîka û Ewropayê ji plana wî ya sûîqesta li hemberî siyasetmedarên Kurd çêbûye. Lewma cînayeta Remzî Kartal sekinand. Lê belê çi dibû bila bibe diviyabû çalakiyek bihata kirin. Parîs navendeke ku siyasetmedarên Kurd gelekî lê diman. Bi rêya Omer Guney berê xwe da Parîsê. Sefîrê Bilind Îsmaîl Hakki Mûsa yê tevgera Omer Guney û ekîba wî bi rêve dibe dît, tedbîra xwe girt û di Mijdara 2012'an de ji Brukselê derket. Îsmaîl Hakki Mûsa ji wezîfeya sefaretxaneya bilind veqetiya û li wezîfeya xwe ya eslî li Serokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya MÎT'ê hat wezîfedarkirin.
ÎSMAÎL HAKKI MÛSA-KOZANLI MEHMET Û MÛRAT KARABÛLÛT BI HEV RE DIXEBITÎN
Îsamîl Hakki Mûsa dema wezîfeya sefaretxaneya bilind a li Brukselê dimeşandi bi meleyê Gulen ê li MÎT'ê û meleyê li Emniyetê re di nava têkiliyeke nêz de bû. Çalakî û planên sûîqestên li derveyî welat jî ji aliyê van her sê kesan ve hat plankirin. Dema pevçûna Gulen-AKP gihaşt radeya jêneveger, destpêkê ev her du kes hatin teşhîrkirin, dûre di heman rojê de bi balafirekê firiyan Pensîlvanya. Ev her du şexs, li rojnameyan hatin teşhîrkirin. Piştre di 4'ê Sibata 2014'an de bi hêsanî ji Tirkiyeyê derketin. Piştî ewçend tawanbariyên giran û teşhîrê, derketina ewçend bi hêsanî, nepêkne ku haya MÎT'ê û Hakan Fîdan jê tinebe. Derketina ewçend hêsanî ji Tirkiyeyê, xelata karên berê bi hev re kiribûn bû.
TAYYÎP ERDOGAN HEWLDANÊN SÛÎQESTÊ Û CÎNAYETÊN LI DERVEYÎ WELAT ÎTIRAF DIKE
Tayyîp Erdogan di 9'ê Adara 2014'an de di axaftina xwe ya li Rihayê de van hemûyan piştrast dike. Balê dikşîne ser rêxistinbûyîna paralel a di nava MÎT'ê de xebatên li derveyî welat: "... Xwe berdan nava hin saziyên dewletê... Di destpêkê de pêvajoya Oslo sabote kirin. Dûre xwestin musteşarê me yê MÎT'ê bigirin û wî li derve bihêlin. Paşê jî li Parîsê hin sûîqest kirin. Xwestin pêvajoyê xera bikin."
Yek ji kesên xwe berda nava saziyên din ên dewletê, Meleyê Emniyetê yê rêxistina Gulen Osman Hîlmî Ozdîl (Kozanli Omer) bû. Yê din jî Mûrat Karabûlût ê di nava MÎT'ê de rêxistinbûyîneke cuda çêkiribû. Sefîrê Bilind ê li Brukselê Îsmaîl Hakki Mûsa bi van her du kesan re di nava têkiliyê de bû. Planên sûîqestên li hemberî Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Hecî Ehmedî bi hev re kirin. Di qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdan de rol û para van her sê kesan di asta herî bilind de ye. Tayyîp Erdogan li van agahiyan mukur hatibû. Hakan Fîdan van têkiliyan baş dizane.
'GUMANA MAQÛL' NIHA MUSTEŞARÊ MÎT'Ê YE
Îsmaîl Hakki Mûsa weke plansazê cînayetekê niha li ser serê MÎT'ê ye. Bi portre, paşeroj û pratîka xwe re di her kêliyê de dikare dawî li pêvajoya çareseriyê bîne. Di pêvajoya muzakereyê de ku niha problemên xwe yên cidî hene, êdî pêwîstî bi gef û provokasyona derve were gerîn. Musteşarê mÎT'ê, dikare di her kêliyê de pêvajoyê biqedîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji heyetê re got, "Kengî kar bikeve ser rê, ji hin cihan sabote dikin, em binêrin vê carê wê çi bibe." Niha jî "gumanê maqûl" Îsmaîl Hakki Mûsa musteşarê MÎT'ê ye.
Dema em van hemûyan tînin ziman, di bersûcê doza 28'ê Sibatê Albay Eser Şahan di hefteya bihurî de li Bukreşê li parkekê mirî hat dîtin. Hin derdor dibêjin ev yek kenekî li serketina Îsmaîl Hakki Mûsa ya li wezîfeya musteşariya MÎT'ê ye.