Sûîqesta li dijî lîderê Tûnûsê li Marsîlyayê hate protesto kirin
Sûîqesta li dijî lîderê Tûnûsê li Marsîlyayê hate protesto kirin
Sûîqesta li dijî lîderê Tûnûsê li Marsîlyayê hate protesto kirin
Li Tûnûsê 6’ê Sibatê Serokê Partiya Welatparêzên Demokrat Şukrî Belayîd li ber deriyê mala xwe rastî sûîqestê hatibû ji aliyê Dezgayên Saziyên Sivîl yên Marsîlyayê û Tûnûsiyan ve hate protesto kirin.
Duh nêzî 200 Marsîlî heya sefaretxaneya Tûnûsê meşiyan û kuştina serokê çepgir protesto kirin. Girseya ku bi dirêjahiya meşê sloganên dij hikumetê hatin qîrîn, li dijî Reşîd Ganûçî sloganên “bicehnime” avêtin. Çalakvana kuştina Şukrî Belayîd ku bi du guleyan li ber deriyê mala xwe hate kuştin, partiya Ennahda ya di desthilatdariyê de berpirsyar dibînin.
Endamên Navenda Çanda Mezopotamyayê dijî cihê xwe di meşê de girtin. Ji roja sûîqest çêbûyî heya niha komeleya Kurdan lokala xwe vegerandina platform piştgiriyê û malovaniya hemû civînan dike. Komeleya KUrdan bi zimanek hişk sûîqestên siyasî şermezar kir û ji rayagiştî re ragihand ku, ew dê bi rêxistina şoreşger ya Tûnûsê re di nava piştevaniyê de bin.