Suîkasa li dijî Îsa Huso li Ceyhanê hat protestokirin
Suîkasa li dijî Îsa Huso li Ceyhanê hat protestokirin
Suîkasa li dijî Îsa Huso li Ceyhanê hat protestokirin
Li Ceyhanê bi hezaran kesî qetilkirina endamê Dîwana Serokatiya Meclisa gel a Rojava û encamê Komîteya Dîplomasiya Konseya Bilind a Kurd (TEV-DEM) Îsa Huso di suîkastekî de hat kuştin şermezar kir.
Rêxistina BDP’a Edenê bi armanca ku yekemîn salvegera şoreşa Rojava silav bikin li navenda Edenê li taxa Kuçukkirim a Ceyhanê li ber BDP’a Ceyhanê dê şolenek pêk binaiye lê ji ber kuştina Îsa Hesen hat betalkirin. Bi hezaran kesên ji bo Şolenê civiyan suîkast bi dirûşmeyan protesto kirin. Bi hezaran kesî piştî dirûşmeyan ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeyên bijî Serok Apo, Şehîd namirin hatin berzkirin. Serokê BDP’a Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr axaftinek kir û got ew kuştina Îsa Huso bi tundî şermezar dikin û got şoreşa Rojava silav dikin.
ÎSO HUSO ŞEHÎDÊ HEMÛ KURDAN E
Serokê BDP’a Edenê Ugur Bayrak jî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê der barê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de pêngavan navêje û got divê hikûmet demildest heyeteke doktoran a serbixwe biçîne girava Îmraliyê. Bayrak wiha got: “Guleyên berdane Îsa Huso berdan çar parçeyên Kurdistanê. Lanet be li wan çeteyan. Em wan şermzar dikin. Lanet dikin. AKP’ê çek û muhîmat daye wan. Ez bang li AKP’ê dikim. Divê hun şoreşa Rojava nas bikin. Destê xwe ji rojava bide alî. Şoreşa Rojava şoreşa hemû kurdan e. Îsa Huso şehîdê hemû kurdane.
Piştî axaftinan meş hat lidarxistin û girse bi dirûşmeyan belav bû.