Strasboûrg xwe ji bo protestoya mezin a 15'ê Sibatê amade dike

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û xwedîderketina Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, amadekariyên ji bo meş û mîtînga navendî ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê qediyan.

Kurdistaniyên li Ewropayê di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de wê li Strasboûrgê li hev bicivin, daxwaza azadiya Ocalan bikin û piştgiriyê bidin berxwedana li Efrînê.

Meş û mîtînga bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" ku ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) ve tê organîzekirin, wê îsal bi şiyara xwedîderketina li berxwedana serdemê ya li Efrînê pêk were.

Şoreşgerên enternasyonalîst ên ji bo azadiya Ocalan û desteka Efrînê ji Lozanê dimeşin Cenevreyê, wê tevlî meş û mîtînga protestoyî ya 15'ê Sibatê bibin. Gelek saziyên Kurd, Fransî û Tirkiyeyî jî piştgiriyê didin meş û mîtîngê.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Strasboûrgê û endama Însiyatîfa Jinê ya Zîn Zozan Alxas li ser amadekariyên meş û mîtîngê agahî da û got, ji bo pêşwazîkirina deh hezaran kesên li Ewropayê amadekariyên wan li ber qedandinê ne. Alxas diyar kir ku wan destûr ji meqamên Fransayê girtine û di mijara ewlekariyê de jî hevdîtinên wan dewam dikin.

Zozan Alxas anî ziman ku gelek partî, komele û saziyên Fransayî û Tirkiyeyî piştgiriyê didin çalakiyê û got, pêkhateyên Kolektîfa Piştevaniyê ya li dijî Dagirkirina Efrînê wê tevlî çalakiyê bibin.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Ekolojiyê ya Keskan a Ewropayê, Yekîtiya Ciwanên Komunîst a Alsace, ATÎK, Partîzan û gelek rêxistinbûnên din ên Tirkiyeyî di nava vê kolektîfê de cih digirin.

Meş wê roja Şemiyê saet 10'an ji Boûlevard de Nancy a li ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê dest pê bike û li qadan li kêleka stadyûma Stade de la Meînaû mîtîng bê lidarxistin.

Zozan Alxas ragihand ku bi dehan partî û rêxistinên Ewropî, Kurdistanî û Tirkiyeyî wê tevlî mîtîngê bibin. Alxas got, parêzerên Ocalan, Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim, nûnrên KNK, KCDK-E, TJK-E û saziyên din ên Ewropayê, her wiha parlamenterên Parlamenta Ewropayê weke qiseker cihê xwe di çalakiyê de bigirin.

Alxas diyar kir gelek siyasetmedarên Fransî û Ewropî yên dostên Kurdan ji bo çalakiyê hatine vexwendin.