Strasbourg ji bo meş û mitînga mezin a 15’ê Sibatê amade ye
Strasbourg ji bo meş û mitînga mezin a 15’ê Sibatê amade ye
Strasbourg ji bo meş û mitînga mezin a 15’ê Sibatê amade ye
Kurdistaniyên li seranserê Ewropayê dê bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyîya 15’ê Sibatê li bajarê Franse Strasbourgê xwepêşandaneke mezin li dar bxin. Komploya navneteyî ya ji aliyê Kurdan ve weke ‘Roja Reş’ tê binavkirin, dê salvegera 14’emîn de were şermezarkirin û dê hesabê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bê pirsîn.
Federasyona Komeleyên Kurd ên li Franseyê (FEYKA) ku her sal vê meşa mezin li dar dixe, vê carê jî amadekariyên xwe anîne ber qedandinê. Li welatên din ên Ewropayê jî xebatên ji bo tevlîbûnê bi lez û bez berdewam dikin.
Me agahiyên berfireh derbarê protestoya 15’ê Sibatê de ji endamê komîteya amadekar û Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker û rayedarên Komeleya Çandê ya Kurd a Strasbourgê wergirt.
Meş dê roja 16’ê Sibatê saet di 10.00-11.00 de ji Gara Trenê (Gare Centrale) ya li navenda Strasbourgê dest pê bike û dê li Place DesVanneauxê bi dawî bibe. Dê kortejên jin û ciwanan li pêş bin û dê kincên li gorî wateya rojê li xwe bikin.
Komîteya amadekar da zanîn ku wana hemû karûbarên destûrgirtina ji bo meş û mitîngê qedandine û da zanîn ku li cihê meş û mitîngê standên vexwarinên germ bên danîn.
Li gorî Saziya Meteorolojiyê ya Franseyê dê roja 16’ê Sibatê hewa germ bibe û dê bigihe 6 an jî 7 pileyan.
TÊ PAYIN KU TEVLÎBÛNA HERÎ XURT ÇÊBIBE
Ji bo tevlîbûna meş û mitîngê hema bêje li hemû bajar û welatên Ewropayê sazî û federasyonên girêdayî Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên li Ewropayê (KON-KURD) û bi taybet jî FEYKA xebateke berfireh dane destpêkirin. Bi ya Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker dê îsal tevlîbûneke gelek mezin çêbibe. Ulker da zanîn ku li gorî agahiyên wana bi dest xistine, dê bi taybet ji Almanyayê tevlîbûneke pir xurt çêbibe. Her wiha Ulker da zanîn ku dê Kurdên li Franse, Holanda, Belîçka, Danmarîka, Swîsre û Awusturyayê li gorî salên borî zêdetir tevil bibin. Bi ya Ulker, tê payîn ku îsal derdora 70-80 hezar kes tevlî meş û mitînga mezin bibe.
DÊ HESABÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ BÊ PIRSÎN
Di vê meşa mezin de dê mijareke din a girîng hebe. Di meş û mitîngê de dê qetilkirina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî bê protestokirin û dê banga “komkujiyê aşkere bike” li hukûmeta Parîsê bêkirin.
JI KURDISTAN, TIRKIYE Û EWROPAYÊ TEVLÎBÛN
Tê payin ku ji Franse û Almanyayê û welatên din gelek sazî û rêxistin tevlî xwepêşandana Kurdan bibin, tê diyarkirin ku dê nunerên gelek saziyan beşdar bibin. Di nava van saziyan de Partiya Çep a Alman (Die Linke), Rêxistinên Dijî Faşîst, Partiya Komunîst a Franseyê, Kesk, Tevgera Aşitiya Cîhanê, Tevgera li Dijî Nijadperestiyê, Komeleyên Dostên Gelê Kurd û gelek sazî û partiyên din hene.
Her wiha, ji Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hevser beşdarî mitînga li Strasbourgê bibin.
FEYKA: DIVÊ DENGÊ AŞTIYÊ BILINDTIR BIBE
Her wiha, FEYKA’yê ji bo meş û mitînga mezin a 15’ê Sibatê bal kişand ku ev yek piştî komkujiya li Parîsê pêk tê lewma xwedî girîngiyeke mezintir e. FEYKA’yê wiha got:
“Em di 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Weke her salê, divê em îsal jî weke her salên din li dijî komployê bibin yek dil. Ji bo çareseriyeke jidil û muzakere pêk bên divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin.
Her wiha, bangek me ji bo gelê me yê li Ewropayê jî; Em ê di salvegera komployê de di heman demê deji bo ser şitlên azadiyê yên ku li Parîsê hatin qetilkirn jî bimeşin. Divê em ji bo ronîkirina van komkujiyan peyamek aşkere bidin Franseyê. Divê li dijî komkujiyan dengê aşitiyê bilintir bibe” û bang li hemû gelê Kurd kir ku roja 16’ê Sibatê li Strasbourgê bin.