Stockholmê jî piştgirî da Taksîmê
Stockholmê jî piştgirî da Taksîmê
Stockholmê jî piştgirî da Taksîmê
Hunermend û xwendekarên Tirkiyeyî yên li Stockholmê dijîn ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên li Taksîm û cur bi cur bajarên Tirkiyeyê yên li hemberî desthilatdariya AKP’ê roja şemiyê xwepêşandanek organîze kirin.
Ciwanên ku destpêkê li ber Qada Hotorget a li beramberî Avahiya Konseran a Xelatên Nobelê lê tên belavkirin bi dahol, darbuqe, pet û beroşan dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan dirûşmayên “Her cih berxwedan, her cih Taksîm”, “ Li ber xwe bide Taksîm, li ber xwe bide Tirkiye”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” gotin. Mirovên li derdorê jî destek dan xwepêşanderan.
Bi dirûşm û enstrumanên di destên xwe de xwepêşander dema hatin Qada Sergel hejmara wan 300’î derbas kir.
Di xwepêşandanê de ku hin jinan gotin “Şîddeta xwe jî bibe û biçe, yan na ez ê dayika xwe jî bînim û têbikoşim” û hûn zarokan ku digotin, “Dema ez mezin bibim ez ê bibim çapulçî” bal kişand.
Di xwepêşandanê de pankart û dovîzên “Tayyîp Erdogan, artêşa dagirker, polîs, jîtem û kelûpelê xwe kom bike û ji Kurdistan, Roboskî, Reyhanli û Parka Gezî derkeve.” rakiribûn.