Stêrka herî zêde xwe nêzî Sîstema Rojê kir hat dîtin
Li gorî lêkolîna zaynarên ji DYA, Ewropa û Başûrê Amerîkayê, stêrka ku heta roja îro herî zêde xwe nêzî Sîstema Rojê kiriye, hatiye tespîtkirin.
Li gorî lêkolîna zaynarên ji DYA, Ewropa û Başûrê Amerîkayê, stêrka ku heta roja îro herî zêde xwe nêzî Sîstema Rojê kiriye, hatiye tespîtkirin.
Li gorî lêkolîna zaynarên ji DYA, Ewropa û Başûrê Amerîkayê, stêrka ku heta roja îro herî zêde xwe nêzî Sîstema Rojê kiriye, hatiye tespîtkirin. Stêrkeke ku di zanistên fezayê de navê 'behnkurt a sor' lê tê kirin, beriya niha bi 70 hezar salî, bi qasî 8 hezar mîlyar kîlometre xwe nêzî Sîstema Rojê kiriye.
Li gorî lêkolîna di kovara zanistî ya bi navê Astronomical Journal Letters a Amerîkî de hat weşandin, ev stêrk ji Proxima Centauri ya 4,2 salên ronahiyê nêzî Sîstema Rojê ye, bi 5 qatî zêdetir nêz e. Li gorî vê yekê, bejnkurt a sor ku berî dehan hezar salî bi 0,8 salên ronahiyê xwe nêzî Sîstema Rojê kir, ji nava 'Ewrê Oort' ê ji koma stêrkên dûvik ên li dora Rojê digerin, derbas bû.
Wekî din li gorî lêkolînê, stêrka herî zêde di roja îro de nêzî Sîstema Rojê ye, bi 20 salên ronahiyê nêzî sîstemê ye û ev yek li gorî Proxima Centauri, gelekî dûre. Ji ekîba lêkolînê Profesorê Zanîngeha Rochesterê Eric Mamajek diyar kir ku stêrka wan tespît kirine di nava tevgerê de ye û wê li cihê niha lê ye nemîne.