Stenbol wê 3'ê Sibatê bibe dengê Amedê

Wekîlên HDP'yî ji bo mîtînga 3'ê Sibatê ya li Stenbolê bang kirin û gotin, divê Stenbol bibe dengê Amed û Leyla Guven.

HDP'ê ku 19'ê Çileyê li Amedê li dijî tecrîdê mîtînga ked, aştî û edaletê pêk anî, wê 3'ê Sibatê jî li Stenbolê mîtîngek bi heman armancê li dar bixe.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş li ser mîtîngê ji ANF'ê re axivî û beriya her tiştî bal kişand ser tirs û fikarên xwe yên ji ber rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven. Beştaş gpt, "Daxwaza Leyla Guven gelekî mafdar e, lewma divê li vê derê bi xurtî deng vede."

GELÊN TIRKIYEYÊ WÎ VÎ DENGÎ MEZIN BIKIN

Beştaş anî ziman, ji bo bilindkirina dengê edalet, azadî û daxwaza mafan divê tirs ji nava dilê mirovan derkeve û got, "Bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan ne tenê bidawîkirina tecrîdkirina wî ye. Li her qada jiyanê, li malê, li kargehan, li mejî, li kolanan mirov tecrîdkirî ne. Em dikarin vê tarîtiyê ji ser xwe biavêjin."

Beştaş bal kişand ser mîtînga li Amedê û got, "Ez bawer im wê dengê Amedê li Stenbolê bêhtir bilind bibe. Em bang li her kesî dikin ku guh bidin vê qîrînê. Gelên Tirkiyeyê wê 3'ê Sibatê vî dengî bilindtir bikin."

GIRANIYA MESELEYÊ NEHATE FÊHMKIRIN

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî işaret bi bêdengiya raya giştî ya Tirkiyeyê ya li pêşberî tecrîd û grevên birçîbûnê kir û got, "Xala herî girîng a di vir de ew e; tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê giraniya meseleyê nedane fêhmkirin."

Pîroglû got, "Polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd, polîtîkaya şer e ji bo Tirkiyeyê, zêdebûna zextan û kûrbûna krîzê ye. Şertê bingehîn ê hebûna qesrê ye" û wiha dewam kir: "Bi rabûna li ber qesrê re divê her kes li dijî polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî bisekine. Lewma pêîstî pê heye ku em bibin dengê Leyla Guven û grevên birçîbûnê."

BANGA ME LI GELÊN DAXWAZA EDALET, AZADÎ Û AŞTIYÊ DIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn bi bîr xist, ji sala 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û anî ziman, tecrîd niha bûye tecrîdkirina Tirkiyeyê û Kurdan hemûyan. 

Tosûn tirs û fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven anî ziman û got, "Eger li girtîgehekê tiştek bi hevaleke/î me were, yekane berpirsyarê vê yekê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Wê necama konsepta şer a desthilatdariya faşîzan be. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku gelên daxwaza edalet, azadî û aştiyê dikin, 3'ê Sibatê tevlî mîtînga li Stenbolê bibin."

EM HETA DAWIYÊ BI BIRYAR IN

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun jî bang li gelan kir ku tevlî mîtînga wan a 3'ê Sibatê ya li Bakirkoyê bibin û got, "Em xurt in, hîn bi biryar in û li ser rêya xwe ne."

Ustun diyar kir, eger li welatekî girtiyên siyasî hebin, li wir azadî nîne û wiha dewam kir: "Atmosfera faşîzmê bandorê li her qada jiyanê dike. Êdî hiqûq nîne. Me, akademîsyenan gotibûn 'Em ê nevbin hevparî vî sûcî', dema ku li Cizîrê, Sûrê êrîş dest pê kiribûn. Ew yek banga ji bo aştiyê bû. Li dijî şerê ku piştî qedandina pêvajoya çareseriyê rû da, banga rawestandina atmosfera şer bû."

Beyz Ustun bi bîr xist, Leyla Guven li dijî tecrîdê bi bedena xwe îsyan kiriye û got, "Ev yek qîrînek e ji bo azadiyê. Eger em guh nedin vê, wê faşîzm mezintir bibe û ne tenê li girtîgehan wê li kolanan, malan, kargehan û li her derê bêhtir dijwar bibe. Eger em dixwazin bi rengekî azad û wekhev bijîn, divê em vê yekê ji bo her kesî bixwazin û bi hev re tevbierin. Heta ku şer û faşîzm bi dawî bibe, em ê li ser rêya xwe bin."