Sozdar Avesta:Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan

Sozdar Avesta:Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan

Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê di merasîmeke li qadên parastina Medya de axivî û got: “Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan. Êdî ev gel dê jiyaneke bi pergala Îmralî re qebûl neke.

35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Qadên Parastina Medya bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Sozdar Avesta axivî û diyar kir ku dê sala 36’emîn bibe sala azadiya Ocalan û gelê kurd.

Di merasîmê de nêzî 200 gerîlayê cihê xwe girti. Beriya merasîma leşkerî, gerîlayên ji qadên cuda hatin li dora agir hatin cem hev. Merasîm bi hatina endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta û endamê Kometeya Navenda PKK’ê Nedîm Seven û Fazil Botan destpê kir.

Avesta piştî merasîma leşkerî axivî û 35’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir û got: “27’ê mijdara 1978’an de rojek pîroz, vejîna nû ye, roja hebûna kurdane. Em vê rojê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên di vê têkoşînê, şehîdên, girtiyan û gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikin.

35 sal berê di demeke ku hebûna kurd nedihat qebûl kirin de komeke biçûk bi pêşengiya Rêber Apo ev têkoşîn da destpêkirin û em anîn vê rojê. Keda Rêber Apo gelek mezine. Rêber Apo, ruhê xwe dilê xwe bi PKK’ê re kir yek. PKK ji ber vê yekê partiyeke rêbertiyê ye.  PKK li ser xwîna şehîdan ava bû, partiya şehîdane.”

LI ROJHILATA NAVÎN BÊ PKK SIYASET NAYÊ MEŞANDIN

Avesta balkişand ser qezencên ku li her çar parçeyê Kurdistanê bi PKK’ê re hatiye qezenc kirin û got: “Îro li Rojhilata Navîn bê PKK’ê siyast nayê meşandin. Encam nayê girtin. Bi têkoşîna 35 salan azadiya kurd hat afirandin. Gelê kurd îro ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re pêşengiyê dike.

Li Rojavayê Kurdistanê qezencên girîng tên bidestxistin. Qezencên li vir hatine bidestxistin, di encama têkoşîna 35 salan de hatiye bidestxitin. Berê hemû cîhanê li Rojavaye. Gelê me berbi bidestxistina azadî û xweseriye ve diçe.

Gelê kurd dê sala 36’emîn de bi esara Ocalan nejî. Di sala 36’emîn de peywira gelê kurd heve ku ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bilindtir bike. Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan.” Avesta, endamê meclisa partiyê Huseyîn Mahîr, endamê Konseya leşkerî ya hPG’ê Reşît Serdar û hemû şehîd bibîr anî.

Axaftina Avesta bi dirûşmeyên ‘Bijî serok apo’ û ‘bijî PKK’ bi dawî bû. Piştî axaftinê Avesta yek bi yek gerîla slav kirin. Hunermend Cewat Merwanî û her wiha gerîla derketin ser dikî û stran striyan.

Piştî pîrozbahiyê Avesta bi gerîlayan re civînek çêkir. Avesta  geşedanên du sed salê dawî yên li Kurdistanê pêk hatine û têkoşîna 35 salan nirxand.

Avesta endamê konseya leşkerî ya HPG’ê Reşît Serdar û Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çile de hat qetilkirin bibîranî.

Avesta dîroka nêz ya Kurdisanê vegot û diyar kir ku di du sed salên dawî de serhildanên gel bi komkujiyan hatiye çewisandin û got: “ Bi taybet bi peymana Lozan û avakirina komara Tirkiyê re bakurê Kurdistanê hat înkar kirin, bi plana Şark Islahatê koçberî hat rewakirin.

HÎMÊ PKK’Ê DI 73’AN DE HAT AVÊTIN

Avesta serhildanên beriya PKK’ê bibîrxist û got: “Li gorî wan Kurdistan serê wê hatibûn betonkirin. Wan digot dê kurd êdî neyên ser xwe.  Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komeke biçûk ku di nav de Hakî Karer û Kemal Pîr jî hebûn di Newaroza 1973’an de li Enqereyê li bendava Çubuk bi awayekî veşarî hatinc em hev û hîmê avakirina PKK’ê avêtin. Komek biçûk, welatekî biyanî, ciwanên ku ewlehiya wan tunebû û agahiyên pir kêm, lê gotinên bi cesare, bawerî û biryar. Di navberê de 40 sal derbas bû. Di esasê de PKK 40 sal berê hatiye avakirin.  Her çiqas bi awayekî fermî bêjin 1978’e jî, di ser têkoşîna me de 40 sal derbas bû.

HAKÎ KARER Û SAKÎNE CANSIZ

Avesta balkişand ser Sakîne Cansiz û got xeta azadiya jinê di PKK’ê de ji berê de heye. Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Koma yekemîn wek ‘Apocî’ dihat nasîn. Hevalê Heqî Karer bi zanebûn hedef girtin. Bi vê xwestin ku di nava komê de naqokî derxin holê. Bi fikra ku ‘ Ger Hakî Karer hedef bihata girtin dê Rêber Apo tenê bimîne’ tevgeriyan û hedef girtin. Li dijî vê şehadetê ger biryarek rast bihata girtin dê pêngaveke nû ya têkoşînê jî pêk bihata. Di vê demê de biryarek hat girtin. Gelek çalakî pêk hatin. tola şehîdan hat girtin. Lê çalakiya mezin ev bû ku partiye bê avakirin. Piştî Karer jiyana xwe ji dest da xebatên rêxistinbûna PKK’ê destpêkirin.

XETA AZADIYA JINÊ DI ŞEXSÊ SARA DE TEMSILIYETA XWE DÎT

Di 27’ê mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Licê bi tevlibûna 21 hevalî kongreya avakirinê p3ek hat. Hemû hevalên bakur tevli bûn. Tişta herî balkêş ev ku du hevalên jin di kongreyê de amade bûn. Yek ji van heval Sara bû.  Xeta azadiya jinê di şexsê hevala Sara de tesmliyeta xwe dît. Êdî veger tuenbû. Hedef mezin û têkoşîn jî divê li gorî vê bihata meşandin. Wek Rêber Apo jî digot; bi derziyê bîr hat kolan.”

EM JI NEGATIFIYÊ DERBASÎ POZÎTÎFIYÊ BÛN

Avesta wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama têkoşîna 35 salan de em ji negatifiyê derbasî pozîtîfiyê bûn. Ev şerê ispatkirina kurdan bû. Mînakek din ya ji bo hebûnê têkoşîna 35 salan, tune.  Ev rêxistin di şexsê Rêber Apo de xwestin bifetisînin. Li dijî Rêber Apo komplo û êrîş pêk anîn. Komplo û berxwedan bi hevre meşiyan.

6 MEH TEMEN LÊ KIRIBÛN

Komploya herî mezin ya 15’ê Sibata 1999’an bû. Di şexsê Ocalan de xwestin tevgerê tavsiye bikin. Wê demê kesî bawer nedikir ku dema Ocalan bi esaretê de dê ev têkoşîn bilind bibe. Wê demê 6 meh temen li vê tevgerê danîbûn. Îro Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk afirandiye.  Ocalan her tim guherîn esas girt. PKK çareseriye, PKK helweste, PKK ji tunebûnê hebûnê diafirîne. Çawa ku bi şehadeta Hakî Karer manîfesto hat nivîsin, li ser şehadeta Viyan û Nudayê jî  manîfestoya azadiya nû ya PKK’ê di pratîkê de derket holê. Paradîgmaya nû ya Ocalan ‘têkoşîna azadiya jina ye’ û  îfadeya ‘jin azad nebe civak jî azad nabeye’.

Qetilkirina hevala Sara di dema hevdîtinên bi Ocalan re dihat kirin pêk hat. Qetilkirina heval Hakî Karer û Sakîne Cansiz dişin bihev. Bi kuştina heval Sakîne xwestin peyamek bidin.  Bi têkoşîna ku sala borî hat dayîn ev êrîş vala hat derxistin. Qezencên li Rojava jî hilberîna têkoşîna PKK’ê ya 40saliye.

DI SALA 36’EMÎN DE EM SEROKATIYÊ AZAD BIKIN

Avesta di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di sala 2014’an de ji bo qezencan tu astengî tune û got PKK xwedî hêzeke gele mezine ku înşaya civaka demokratîk û rêxistinkirî ava bike. PKK tevgereke ku hezêde balê dikişîne ye û PKK azdiya her zayenda esas digire. 11’emîn kongreya PKK’ê li ser qezencên 35 salan ya PKK’ê pêk hatiye û di vê kongreyê de ji bo azadiya Ocalan biryarên girîng hatine girtin. Êdî ev gel vê esaretê qebûl nake. Bi esare Ocalan re jiyan nayê qebûlkirin.”