‘Soza me ji bo aştî, heqîqet û edaletê heye’
Rojnamevanên li derve, Akademîsyenên Aştiyê û hiqûqnasên ku Nobeda Edaletê digerin, ji bo hempîşeyên xwe bi slogana ‘Soza me heye’ ber bi Kadikoyê ve dimeşiyan.
Rojnamevanên li derve, Akademîsyenên Aştiyê û hiqûqnasên ku Nobeda Edaletê digerin, ji bo hempîşeyên xwe bi slogana ‘Soza me heye’ ber bi Kadikoyê ve dimeşiyan.
Rojnamevanên li derve, Akademîsyenên Aştiyê û hiqûqnasên ku Nobeta Edaletê digerin, ji bo hempîşeyên xwe bi slogana ‘Soza me heye’ bi awayekî hemwext li Stenbol, Berlîn, Parîs û Londra û Brukselê meşiyan.
Li Stenbolê jî rojnamevan, akademisyen û hiqûqnas hatin ba hev û meşiyan. Li ser navê girseyê rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû daxuyanî xwend.
Mavîoglû di daxuyaniyê de diyar kir ku ji demên dijwar derbas dibin û got: “Hûn çend rojname, ajans û malperên înternetê bigirin jî, hûn çend rojnamevanan bigirin jî wê rastî dîsa derkevin holê. Em her dem li hemberî neheqiyan feryadê dikin lê em ji gotina xwe nayên xwarê. Erê, soza me heye! Ji ber ku em dizanin cihê ku gotin û soz biqede, faşîzm destpê dike.”
Piştî daxuyaniyê Mavîoglû ji bo dozên akademîsyen û rojnamevanên girtî ên vê hefteyê wê were gerandin, banga tevlêbûnê kir.