Sosyalist Enternasyonal: Li Tirkiyeyê mafê jinan hedef tê girtin

Sosyalist Enternasyonal: Li Tirkiyeyê mafê jinan hedef tê girtin

Seroka Yekitiya Jinan a Sosyalîst Enternasyonal (SIW) Vafa Haci, da zanîn ku li Tirkiyeyê mafê jinan hedef tê girtin û ev tenê bi Tirkiyeyê sînor nîne û bi serhildanên ku Bihara Ereban destpêkir re li hemû herêma Başûrê Akdenîzê paşveçûnek heye. Haci got desthilatdariya Tirkiyeyê mafê jinan hedef digire.

Vafa Haci ji rojanemeya Cumhuriyetê re axivî û got di warê jinan de li Tirkiyeyê paşdeçûnek heye û got: “Di Mafê jinan de bi pêngav bi pêngav paşdeçûnek heye. Ez ne tenê li Tirkiyeyê, bi bihara Ereban re li hemû Başûrê Akdenîzê xwe daye der. Em bi pirsgirêkek nû re rû bi rû ne. Tevgereke muhafazekar mijara gotinê ye.

Li Tirkiyeyê tevgereke jinan ya bi hêz heye. Li Fas, Tunusê hewl didin statuya jinê paşde bixînin. Hewl didin têkoşîna me qels bikin.

LI HERÊMÊ MANTIKEK MUHAFAZAKAR MIJARA GOTINÊ YE

Haci got li herêmê tevgereke muhafazakar û paşverû  mijara gotinê ye û wiha pê de çû: “Ger mafê jinan bibirin dê ji vir şûnde mafên din jî bibirin. Dibe ku em hemû qezencên xwe wenda bikin.

Ji ber vê divê em jin baldar tevbigerin û di nava piştevaniyê de bin. Divê jin hişyar bin. Meş û protesto pêk tên. Li welatê min Fasê van protestoyan encam da. Li gorî min li wir jî dê encamê bide. Ne tenê  li dijî mafê jinan divê ji bo hemû mafê civakê têkoşîn bê dayîn.