'Şoreşa Rojava bersiva ji komploya 9'ê Cotmehê re ye'
'Şoreşa Rojava bersiva ji komploya 9'ê Cotmehê re ye'
'Şoreşa Rojava bersiva ji komploya 9'ê Cotmehê re ye'
Girtiyên jin ên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehên dewleta Tirkiyê tên ragirtin dan xuyakirin ku salvegera 9 Cotmehê roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê ji bo wan hem rojeke lanetbûyî hem jî rojeke berxwedan û têkoşînê ye. Girtiyan destnîşan kir ku şoreşa Rojava bersivek ji komployê re ye.
Girtiyên jin ên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehên dewleta Tirk tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe der barê salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê daxuyaniyek dan û komplo navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.
Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hêzên hegemonîk hewl didin raperîna gelan a li Rojhilata Navîn li dijî rejîmên dîktatorî, veguherînin şerekî navxweyî, kaos û pevçûnên mezhebî û got, "Mîna ku beriya 14 salan, bi derxistina Rêber Apo ji Sûriyê re xwestin rê li ber pevçûna Kurd û Tirkan vekin, heman tişt îro li ser raperîna gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Lê belê Rêber Apo, ev lîstika hêzên navneteweyî ya dixwest li ser herêmê bileyzin, di şert û mercên êsîriyê de jî pûç kir."
'NÎŞANEYA BERÇAV A PÛÇKIRINA KOMPLOYÊ, ŞOREŞA ROJAVA YE'
Girtiyên ji doza PAJK'ê dan xuyakirin ku raperîn û berxwedana gelên Rojhilata Navîn, hewldana pûçkirina komployê ye û gotin, "Dînamîka bingehîn a vê berxwedanê tevgera azadiyê ya gelê Kurd e. 40 sal in bi xeta xwe ya antîfaşîst, antîkapîtalîst, antîhegomonîk, aştîxwaz, wekhevîxwaz û demokratîk, li dijî desthilatdar û nokerên wan ên herêmî radiweste. Sîstema "Konfederalîzma Demokratîk" a Rêber Apo, deriyê aştî û azadiyê li gelên herêmê vekiriye. Pratîka berçav a Rêber Apo ya pûçkirina komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî, şoreşa Rojava ye. Hêzên ku bi derxistina Rêberê me ji Kurdistanê re li benda belavbûna tevgerê bûn, negihaştin daxwazên xwe. Li axa Sûriyê ya neçar ma jê derkeve, şoreşek pêk tê. Li welatê lê dîl hatiye girtin jî, bûye mîmar û pêşengê projeya çareseriya demokratîk."
Girtiyên ji doza PAJK'ê diyar kirin ku nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê li pêvajoya çareseriyê, baweriyê nade wan û gotin, "Ji bo me, pîvana ji dil bûyîna li pêvajoya çareseriyê, nêzîkatiya li Rêberê me ye. Heta ku şert û mercên êsîriyê yên Rêberê me neyê guhertin, dê lîstikên li ser Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn dewam bikin. Azadiya Rêber Apo dê li herêmê bandora domîno bike. Naskirina statuyek ji Kurdan re wê pêşî li demokratîkbûyîna Tirkiyê û pêvajoya aştiya li Rojhilata navîn veke. Şoreşa Rojava ya Rêber Apo tovên wê yên yekemîn ên azadiyê avêt jî, nîşan da ku ewê bibe modêla azadiyê ya gelên herêmê. Ji ber vê yekê, herçend 9'ê Cotmehê ji bo me rojeke bi lanetbûyî be jî, di heman demê de ji bo me rojeke berxwedan û têkoşînê ye. Jinên hêza pêşeng a şoreşa Rojava, dê her tim rêhevalên mezin ên Rêberê xwe bin."
Girtiyan bang li tevahiya jin û gelê Kurd kirin ku bi berpirsyariyeke dîrokî, şoreşa Rojava mezin bikin, biparêzin, komployê li cihê destpêkiriye tine bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bigihêjinin azadiyê.