SMJÊ: Tundî li her derê be, berxwedan jî li her derê ye

SMJÊ diyar kir ku tundî li her derê heye, lê berxwedan jî li her derê bi hêzeke mezin, bi rengekî dewlemend dewam dike û wê bi ser bikeve.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de işaret bi tundiya polîtîk û bi rêk û pêk a li dijî jinan hate kirin û biryardariya mezinkirina berxwedanê ya li dijî tundiyê hate nîşandan.

SMJÊ ragihand ku her cûreyên tundiya li dijî jinê femînîzîd e û wiha dewam kir:

"Em jiyaneke bê tundî, ser bi xwe û azad dixwazin. Ev bi tenê ne karê jinan e, destpêkê li dijî tundiya malê, êrîşên cinsî, hewldanên kuştinê, firotinê, bi darê zorê zewicandin û xwefirotina malên giştî, rake."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li deverên şer û alozî heye, tundiya li jinê bi zanebûn weke amûreke şer tê bikaranîn û hate gotin, "Em her roj dixebitin, tevahiya salê li gel hemû zor û zehmetiyan ji bo mafên jinan têdikoşin."

SMJÊ destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe divê ew her cûreyên tundiya li jinê têk bibin û wiha dewam kir: "Em ê di kesayetiya xwe de azadî û xweseriyê misoger bikin. Hewldanên destdirêjiya li xaka me û îradeya me ya hêzên Gladîo ya NATO'yê, di serî de tifaqa Tirkiye-Iraq-PDK'ê xera bikin."

SMJÊ diyar kir ku tundî li her derê heye, lê berxwedan jî li her derê bi hêzeke mezin, bi rengekî dewlemend dewam dike û wê bi ser bikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em her rojên xwe bikin 25'ê Mijdarê û bi îradeya xwe ya azad li welatekî azad bijîn. Em bang li tevahiya jinên Êzidî û yên li cîhanê hemûyan dikin ku dîktatoriyan hilweşînin, hesab ji dîktatoran bipirsin û bi rengekî azad bijîn."