SKM: Em li dijî şîdeta mêr/dewletê ne
SKM: Em li dijî şîdeta mêr/dewletê ne
SKM: Em li dijî şîdeta mêr/dewletê ne
SKM’ê bi wesîleya 25’ê mijdarê daxuyaniyek da û got ew li dijî şîdeta Mêr/Dewletê di serhildanê de ne.
Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew dê têkoşîna xwişkên Mîrabel yên li dijî dîktatoriyê têkoşiyane û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bidomînînin û şoreşa Rojava bidin jiyîn.
SKM’ê got jib o têkoşîna xwişkên Mîrabel bidin jiyîn îsal li kolanane û got: “Di 25’ê Mijdarê de jî em li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jinan di serhildanê de ne. Em bi hêrsa xwe ya bi salane me di dilê xwe de xistiye ser hev, ji bo cîhaneke azad a bê şîdet dimeşin. Em li jî şîdet û serdestiyê dengê xwe bilind dikin. Em cîhaneke ku bi destê xwe biafirînin dixwazin.
Li hemû cîhanê ji sedî 10 şîdeta li ser jinê zêde bûye. Li Tirkiyeyê ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Mêrên ku şîdetê pêk tînin ji şîdeta dewletê hêzê digire. Li Rojhilata Navîn an jî hemû derên cîhanê serdestia mêr şeran hildiberîne û her tişt, xizan, tecawiz û komkujî li me jinan tê ferzkirin. Em dê li dijî polîkayên kujer û êrîşkar bin. Temînata aştiyê dê jin bin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwişkên Mîrabel, Sakîne, Leyla û Fîdanê û her wiha şoreşa Rojava bidin jiyîn.
Em di 25’ê mijdarê de li dijî şîdet, taciz û tecawizê serî hildidin. Kuştina jinan roj bi roj zêdetir dibe. Em careke din bang dikin, jiyana me, bedena me ya me ye. Li ser navê me birarê nekirin. Destê xwe ji bedena me bikişînin.”