Siyasetmedarên Swîsreyî: Qedexeya li ser PKK'ê ji bo gelan derbasdar nîne
Siyasetmedarên Swîsreyî: Qedexeya li ser PKK'ê ji bo gelan derbasdar nîne
Siyasetmedarên Swîsreyî: Qedexeya li ser PKK'ê ji bo gelan derbasdar nîne
Siyasetmedarên Swîsreyî yên qedexeya li ser PKK'ê nirxandin destnîşan kirin, ku ti sedemek mafdar nîne ku hêzeke li dijî barbaran nirxên însanî yên bingehîn diparêze hînê weke terorîst bê dîtin û gotin, "Ji bo gelan ev biryar derbasdar nîne."
Piştî ku têkoşîna gerîlayên HPG û şervanên YPG'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin ket rojeva cîhanê, nerazîbûna li ragirtina PKK'ê di 'lîsteya terorê' ya gelek welatan de, dewam dike.
Ji Swîsreyê parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst Carlo Sammuruga, Sekreterê Giştî yê BASTA Martin Fluckiger û Koordînatora Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuchmanne ev biryara ku di nava gelan de êdî derbasdar nîne, ji ANF'ê re nirxandin.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Carlo Sammuraga diyar kir ku li Rojhilata Navîn hêza ku têkoşîna herî bi bandor a li hemberî DAIŞ'ê dimeşîne PKK ye û got, "Eger hêzên navneteweyî dixwazin li dijî barbariyê têkoşîneke rasteqîn bimeşînin, divê destekê bidin PKK'ê. Pêwîste li dijî DAIŞ'ê ji hêza PKK'ê sûdê werbigirin û dawî li vê biryara ku bêwate bûye, bînin." Sammuraga da zanîn ku PKK rêxistineke nirxên însanî diparêze ye û got, "Em nikarin rêxistineke ku bi me re heman nirxan diparêze û li dijî terorîzmê têdikoş e, weke terorê bibînin."
Sammuraga diyar kir, ku Tirkiye der barê çeteyên DAIŞ'ê de xwedî helwesteke xumamî û tarî ye û destnîşan kir ku heta ev helwesta Tirkiyeyê dewam bike, wê hêzên demokratîk ên navneteweyî jî di vê mijarê de zextê bikin û ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin, bikevin nava hewldanan. Sammuraga anî ziman ku demeke kurt nebe jî, wê di demeke ne dirêj de PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin.
ISRARA DI BIRYARÊ DE, CIH GIRTINA LI CEM HÊZÊN LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKIN E
Sekreterê Giştî yê Partiya BASKA ya Swîsreyê Martin Fluckiger diyar kir, ku bi têkoşîna PKK'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên komkujiyan dikin re, biryara ragirtina PKK'ê di lîsteya 'terorê' de, ji bo gelên alîgirên nirxên bingehîn ên însanî, bêwate bûye.
Fluckiger bi taybetî destnîşan kir, ku PKK rêxistineke terorîst nîne, tevgereke azadîparêze û got, "Hin dewlet, di çarçoveya berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dixwazin di vê biryarê de israr bikin. Her çend neyê zanîn ku dewletên mijara gotinê vê biryara xwe çiqasî dewam bikin jî, ji bo rakirina vê biryarê girîng e hêzên demokratîk bi taybetî di vê demê de bikevin nava hewldanan." Fluckiger her wiha diyar kir, ku ev biryara dewletên mijara gotinê, destê Tirkiyeyê ya di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike xurt dike û anî ziman, ku eger ev dewlet vê helwesta xwe dewam bikin, ev yek wê were wateya cihgirtina li cem hêzên li dijî Kurdan şer dikin.
Koordînatora Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Maya Heuschmann jî ragihand, ku cihgirtina navê PKK'ê di lîsteyên 'terorê' yên gelek welatên Ewropa û DYA de, bi temamî li gorî têkiliyên berjewendiyan e û anî ziman ku ji ber ev têkiliyên berjewendiyan neqediyaye, tê xwestin biryar dewam bike. Heuschmann anî ziman ku bendemayîna rakirina vê biryarê ji aliyê welatên kapîtalîst bêwate ye û destnîşan kir ku divê hêzên demokratîk têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin. Heuschmann got, "DYA ji bo rakirina qedexeyê sînyalan dide. Di demeke kurt de nebe jî ez hêvîdarim ku wê biryar were rakirin."