Siyasetmedarên Suryanî: Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Suryan dike

Siyasetmedarên Suryan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê êrîşî gundên Suryaniyan dike û gotin ku ji ber herêm şewitandine gundiyên Kildaniyên Suryan ên Aşûrî ji neçarî cih û warên xwe terk kirine.

Dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê bê navber didomîne. Dewleta Tirk a dagirker her tiştê herêmê wêran dike û bi darê zorê niştecihên herêmê koçber dike. Yek ji wan gelên ku ji êrîşan bi bandor bûne, gelê Suryan e. Cîgira Seroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkirdeya Partiya Yekîtiya Suryan Êlîzabes Koriya, Serokê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Bes Nehrîn Yûsif Metî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji ANF’ê re axivîn.

Cîgira Seroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkirdeya Partiya Yekîtiya Suryan Êlîzabes Koriya diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Suryaniyan ên li Başûrê Kurdistanê dike. Êlîzabes Koriya anî ziman ku operasyonên şewitandin û koçberkirinê li ser gundên Kildaniyên Suryanî yên Aşûrî dimeşîne û wiha axivî: “Armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker herêmê vala bike.”

Serokê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Bês Nehrîn Yûsif Yaqûb Metî jî  anî ziman ku gundên Suryan di bin êrîşên dewleta Tirk de ne û got, “Erdnîgariya herêma Suryanî ya ku di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ye bi firehî nêzî 200 kîlometre û bi kûrahiya nêzî 50 kîlometre dirêj dibe. Kûrahiya wê nêzîkî 50 kîlometre ye û dikeve bakurê Dihokê û bakurê rojavayê Hewlêrê. Niştecihên vê herêmê, ji aliyê dîrokî ve heta niha ji gelê Keldanî Suryanî Asûrî pêk tê.”

Yaqûb Metî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çavnebariya Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo axa Iraqê eşkere bû. Ji sala 2018'an ve artêşa Tirk êrîşî bakurê Iraqê dike. 20 gundên Suryaniyan ên weke Şeranş, Deştax, Cedîdê û Çelîkiyê rastî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker tên. Ev karesateke dermirovî ye û heta niha tê dubarekirin. Şêniyên vê herêmê bi dehan caran pêkanînên dermirovî yên weke ewlehî, aborî, perwerde, jîngeh, dîrok, şaristanî, pêkhateyên civakî û olî tên.”