BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Cîgira Serokê Giştî yê EMEP’ê Sevda Karaca, heyeta CHP'ê, hêzên demokrasiyê li Qada Seyîd Riza, di çarçoveya protestoyên li dijî desteserkirina vîna Dersimê de, li dijî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê daxuyanî dan.
Cîgira Serokê Giştî yê (EMEP) Sevda Karaca wiha axivî: "Vî bajarî çi zilm dîtin lê serî netewand. Ma ewqas hêsan e gelo bajarekî ku gelê wê dibêje 'Em hene' bê desteserkirin? Werin em bi hev re vê pergala talanê biguherînin. Em ê qeyûman bi hev re bişînin. Ji bo şandina vê desthilata talanker, derewîn û zilmkar em ê weke Dersimê li ber xwe bidin. Ew kesên ku li Dersimê dinêrin û dibêjin 'Wê ev yek neyê serê me'; êdî wext hatiye ku hemû muxalefet û her kesê ku wekhevî û azadiyê dixwaze, bi hev re têbikoşin. Dersim û Pulur yek e. Esenyûrt û Mêrdîn yek e. "Em ê bi hev re têkoşîna xwe li dijî kesên ku îtifaqa Dersimê kirine hedef mezin bikin û van dîwaran bi hev re hilweşînin."
'JI BO XWIŞK Û BIRATIYÊ WEKHEVÎ HEWCE YE'
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk wiha axivî: "Li meclisê 'Serwerî bêşert û merc ya gel e' dinivîse. Dema ku we ew polîs û beton li wir kom kirin, serwerî çawa dibe ya gel? AKP'ê jî zemanekê digot 'Em ji sindoqan derdikevin.' Nexwe hûn çima îradeya gelê ku ya ji sindoqan derketiye qebûl nakin? Eger serwerî bêşert û merc ya gel e, divê dengê gelê Kurd û yê gelê Tirk mîna hev be." Ji bo aşîtî û xwişk û biratiyê divê zimanê Kurd û Tirkan wekhev be. Ji bo xwişk û biratiyê divê demokrasî û wekhevî hebe. Em ê li ser vê bingehê li ber xwe bidin. Heger em bibin yek beden û yek kulm em ê bikarin vê desthilatê jî van qeyûman jî bişînin."
'EM BI SAYA BERXWEDANÊ VAN ROJAN DIJÎN'
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî wiha axivî: "Em bi saya berxwedanê van rojan dijîn. Gelê Dersimê serê xwe dide sirra xwe nade. Dê yeqet serî li ber lîstikên we netewîne. Ew ê tu carî serî li ber lîstikên we netewandine. Şaredarvaniya demokratîk û gelparêz rêgeza me ye. Vê têkoşînê ji Edîp Solmaz dest pê kir û gihişt Selçûk Mizrakli û ew ê bidome. Niha dem dema Dersimîbûnê ye; divê em li kêleka hev bin. Niha dem hatiye ku em li dijî faşîzmê mil bidin milên hevdu.
'QEYÛM DARBEYA LI DIJÎ MAFÊ HILBIJARTINÊ YÊ GELÊ KURD E'
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Mertoglu wiha axivî: "Qeyûm, darbeya li dijî mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê ye. Em vê qebûl nakin. Welat tar û mar kirin. Nikarin welat bi rê ve bibin. Bi desteserkirina şaredariyan dixwazin talana xwe bidomînin. Em ê yeqet destûra vê yekê nedin. Şaredariyên ku nekarî di hilbijartinan de bi dest bixe, hewl dide bi qeyûman desteser bike. Wek jin û ciwan, divê êdî em vê yekê bidin sekinandin. Em ê hêviyên xwe zindî bigirin, bi hev re têbikoşin û qeyûman bişînin. Qeyûm dê biçe, wê Dersim bi ser bikeve.
'LI HER DERÊ DARBEYEKÊ DIKIN'
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû wiha axivî: Kiryarên ku nediketin bîra derbekaran di serdema AKP'ê de têne kirin. Wan ev darbe derxistin derveyî vê erdnîgariyê, anîn Stenbolê. Li vir darbe li vîna we xistin. Qeyûm darbeya siyasî ye. Jiholêrakirina mafê dengdayîn û hilbijartinê ya gel e. Ev faşîzm bi xwe ye. AKP xwe ji cudakarî û vederkirinê têr dike. Em jî dikarin li dijî vê yekê hevgirtinê mezin bikin û li ber xwe bidin. Da ku em di bin heman banî de kom nebin dê hewl bidin ku me ji hev veqetinîn. lê em mecbûr in li ber milê hev bin."
'HEGER EM HEMÛ BI HEV RE LI BER XWE BIDIN EM Ê RIZGAR BIBIN'
Sekretera Giştî ya KESK'ê Sevgî Yilmaz wiha axivî: "Em ji bo mafê xwe yê dengdayîn û hilbijartinê li ber xwe didin. Karkerên madenê jî ji bo ku arizîkirin neyê kirin, 500 metre di binê erdê de, li ber xwe didin. Ji berxwedêran ditirsin. Rejîma yek zilamî dibêje 'Biryara her tiştî ez didim.' Loma xwe li pişt bariyerên betonî vedişêrin. Heger li welatekî demokrasî tunebe, mirov nikare têkoşîna kedê bide. Heger demokrasî nebe jin nikarin wekî mirovan bijîn. Heger li welat demokrasî nebe hûn nikarin têkoşîna sendîkayî bimeşînin. Di hilbijartina serdema borî de ji 48 şaredariyan re qeyûm hat tayînkirin. Rejîmeke qeyûman heye. Me nekarî em vê yekê bi Rojhilatê welat bidin famkirin. Heta ku qeyûm tayînî Esenyûrtê kirin, wê gavê hişyar bûn. Em ê li dijî qeyûman têbikoşin. Bi tena serê xwe xilasî nîne, an em hemû an jî tu kes."
'WALIYÊ DAGIRKERIYÊ!'
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhana ku erka wê desteserkirin wiha axivî: "Em vê zilmê ji Mereş, Gazî û Roboskiyê dizanin. Ez ji waliyê dagirkeriyê re yê ku avahiya me dagir kiriye dibêjim 'Hûn ê li hemberî Kurd, Elewî, ciwan, tifaqa Dersimê û li hemberî me, jinên ku dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî', têk biçin."