Siyasetmedarê Kurd Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn

HDP’ê di salvegera 6’an a wefata Serokê Giştî yê HADEP’ê Mûrat Bozlûk de, ew bibîr anî.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê di salvegera 6’an a wefata Serokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokrasî ya Gelan (HADEP) Mûrat Bozlûk li ser gora wî ya li gundê Aktaş ê Şerîflîkoçhîserê ew bibîr anî.

Di bîranînê de li gel malbatê rêxistina HDP’ê ya Enqerê, Parlementerê HDP’ê yê Edene Kemal Bulbul û Parlementerê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz amade bûn.

Li vir piştî rêzgirtinê Kemal Bulbul û Kemal Pekoz axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku Bozlak ne tenê siyasetmedar heman demê mirovekî yê heqê bû û got: “Her demê bi israr ji bo aştiyê têkoşîn kir. Hevalekî me ye ku ti carê gelê Kurd wî jî bîr nake. Ala ku ji bo me hiştî wê ti demê li erdê nemîne. Em ê bibin layîqî têkoşîna wî. Em ê li ser rêya wî bin.”