Sîxurtiyê li xwendekarê zanîngehê ferz dikin

Sîxurtiyê li xwendekarê zanîngehê ferz dikin

A.t yê ku ji Wanê ji bo xwendinê hat Zanîngeha Pamukaleyê ya Denîzliyê, kesên ku di qeydê de nas kir, piştre hîn bû ew polîsin. A.T der barê polîsên sivîl yên ku sixîrtu lê ferzkirin de, ji ÎHD’ê alîkarî xwest.

A.T yê ku navçeya Çaldêran a Wanê ye, zanîngeha Pamukkaleyê qezenc kir û hat Denîzliyê.  Bajarê ku cara yekemîn dihatê, di dema kar û barên qedê de rewşa ku pêre rû bi rû hat, di serlênda we ya ÎHD’ê de vegot.

BI HINCETA BIBIN ALÎKAR NÊZ BÛN

A.T da zanîn ku dema qeyda xwe dikir, kesek nêzî wî bûye û gotiye: “Ez dixwazim alîkarî bidim te.  Em ji bo xwendekarên ji dur tên dibin alîkar. Em li vir peywirdarin.”  A.T got wî jî li ser vê yekê ew kes wek peywirdarekî dibistanê dîtiye.

PEREYÊ QEYDÊ TÊR NEKIR PERE DAN

A.T destnîşan kir ku piştî qeyda dibistanê, vê carê qeyda yurdê kirine û ev kes ligel wî bûye. A.T wiha got: “Em bo qeydê çûn yurdê. Pereyê ku dixwestin li ser min tunebû. Piştî vê min xwest em veqetin. Lê hema hatin cem min û got;Em ji te re bibin alîkar.  Piştî qeyda min qedya min xwest biçim Enqereyê. Ez anîm garajê. Bîleta min girtin.  pere dan min. Piştî ez çûm Enqereyê  carekê bi tlf li min geriyan. Ji min re gotin kengî tu hatî em tên te digirin.

XWEST DEYNÊ XWE BIDE

A.T di berdewamiya axaftina xwe de got piştî vegeriyaye Denîzliyê li wan geriyaye û xwestiye deynê xwe bide û got: “Hatim cem min. Em çûn cihekî me çay vexwar. Min got ez deynê xwe didim. Gotin em nagirin. Got tu hêj pir ji me re lazimî. Em dê hêj te pir bibînin.  Got tuyê hemû agahiyên vir ji me re bêjî. Hinek wêneyên min yên li cihên cuda hatibûn kişandin nîşanê min dan. Min got ez der barê kesî de agahiyan nadim. Min dîsa xwest ez deynê xwe bidim. Min got; ez nû fêm dikim ku hun polîsin.  Min digot qey hun peywirdarin. Herî dawî min di 4’ê cotmehê de ew dîtin.

PIŞTÎ RED KIR HAT TEHDÎD KIRIN

A.T got piştî wê peyam ji bo wî hatine lê hevdîtin qebûl nekiriye û got: “Min ji wan re got tu têkiliyê bi we re danaynim. Ez tehdîd kirim û gotin ‘çi were serê te tu berpirsyarî, malbata te jî nekare bedela vê bide.’ Ez wî şexsî li her derê nas dikim. Çi pêwist be bila der barê van de bê kirin.”