Sîxûrtiya AKP'ê ya li Danîmarkayê ji rojevê dernakeve

Xebatên AKP'ê yên sîxûrtiyê ji rojeva çapemeniya Danîmarkayê dernakeve. Di nava gotûbêjan de agahiyên nû derdikevin.

Rojnameya Berlînksê a ku rojnameyekî herî zêde tîrajên wê heye, di derbarê xebatên AKP'ê de yên sîxûrtiyê diyar kiribûn, gotûbêj li ser didomin. Vê carê Rojnameya Politîken diyarkir ku sîxûrên rojnamevan, sazî û dibistanên sîstematîk ên Erdogan ku li Danîmarkayê ne li gorî qanûnane.

Bi fermana Erdogan, di encama xebatên sîxûrtiyê de agahiyên ku hatine bidestxistin, bi şêweyekî berfireh ji Tirkiyeyê re hatine şandin. Di gotara ku îmzeya Edîtorê Sereke yê Rojnameyê Hohn Hanse û Nûçegihan Jacob Svendesen cih digre de belgeyên ku bi dest xistine de diyar kirin ku AKP li 40 welatan bi şêweyekî berfireh xebatên sîxûrtî balê dikêşe ser xwe.

Di nûçeyê de, diyar dibe ku li agahiyên di derbarê 14 dibistanên ku li Danîmarkayê hatine avakririn û endamên dibistanê de, ji aliyê sixûrên Erdogan ve hatine rêkirina Tirkiyeyê û bi belgeyan nîşan dide.

DANÎMARKAYÎ ŞAŞMAYÎ NEBÛ!

Li gorî nûçeya ku li Extrabladetê cih girtî, ji bo desthilatdariya xwe saxlem bike, Erdogan ê ku mafê demokratîk û azadiyê bi awayekî kademeyî rakirin, xebatên sîxûrî yên ku di çarçoveya rêveberiya Ewropayê diyar kir ku Danîmarkayî şaşmayî nekirin.

Di 17’ê Adarê de rojnameay Berlînska nûçeya bi sernivîsa “ Danîmarkayiyan Tirk bi dijminên welat gilî kirin” sîxûrên Erdogan ên li Swêdê li dijî mûxalifên li Danîmarka dijî û alîgirê Gulen agahiyan didin Tirkiyeyê bi raya giştî re hatibû eşkerekirin.

Di nûçeyê de parvekirin û dîmenên parlemeter, xwendekar rêveberên komeleyan ên li ser torê civakî parve dikin, ji aliyê sîxûrên Erdogan ve weke “xayînên welat” û “xebatên li aliyê dewletê” ve binav dikin û ji bo saziyên dewletê radigihînin.

SÎXÛRÊN AKP’Ê KURDAN JÎ ÎXBAR DIKIN

Parlemeterê Sosyal ê Demokrat Kars Aslan, ji ber ku pêkanînên Erdogan ên antî-demokratîk rexne kiribû, li ser torên civakî hatibû gefkirin û anî ziman ku sîxûrên AKP’ê ew îxbar kiriye û ji ber wê cesaret nake ku biçe Tirkiyeyê. Daxuayniyek nêz ji parlemetera berê ya Partiya Gel Ozlem Sara Çekîç ve jî hate dayîn

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku sîxûrên Erdogan di çapemeniyê de Kurdên li Danîmarkayê dijîn jî gef dikin û navê wan li xetên gilîkirinê yên Tirkiyeyê radigihîne.

Piştî ku ev agahî di çapemeniyê de belav bû û şûnde Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Anders Samûelsen, Serfîrê Tirk vexwend fikarên xwe yên sîxûriyê ku Erdogan li Danîmarkayê dide meşandin vegot.