Sîxura MÎT'ê ya ku ANF'ê ew eşkere kir, di rojeva Meclîsê de ye!

Serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan, ku sîxura MÎT'ê ye û ANF'ê di meha Tebaxê de ew kifş kir, ket rojeva meclîsa federal.

Hikumeta Merkel xwe vedigire ku bersivê bide pirsa "Mîna Yazgan çend sîxur di nava yekîneyên elwekairyê yên Elman de hene?", ku Partiya Çep vê pirsê dike.

Roja 30'ê Tebaxê, rojnameya "Welt am Sonntag" ragihand, ku serkomîsereke bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessenê, bi sîxurên MÎT'ê yên li Elmanyayê re gelek caran dide û distîne û ev karmenda polîs a navborî ketiye ber lêpirsînê.

Rojnameya Elman bi navekî kod, ev sîxur ragihand. Piştre ANF'ê derxist holê ku ev komîser Dondu Yazgan e û herî dawî li bajarê Wîesbadenê di beşa 'polîsê ahengiyê' de dixebite.

Dondu Yazgan, ku demeke dirêj li midûriyeta emniyetê ya Elman dixebitî, pir caran diçû serdana Tirkiyeyê û bi rayedarên emniyeta Tirk re rûdinişt. Li gorî nûçeyên di arşîva çapemeniya Tirk de cih digirtin, Yazgan di nava 10 salan de hema bêjin salê du caran çûye Enqereyê.

PARTIYA ÇEP, MIJARA SÎXURÊN MÎT'Ê XIST ROJEVA MECLÎSÊ

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, di serî de Dondu Yazgan mijara sîxurên MÎT'ê yên bi desthilatdariya Erdogan re dixebitin, xist rojeva Meclîsa Federal. Partiya Çep têkildarî karê sîxurên MÎT'ê çend pirs li hikumetê kir û bi vê armancê pêşnûme pirsek pêşkêşî meclîsê kir.

Partiya Çep bal kişand ser sîxurên MÎT'ê yên di nava yekîneyên ewlekariyê yên Elman de bi cih bûne û ji hikumetê pirsî ku dozgeriya federal der barê çend ji sîxurên MÎT'ê lêpirsîn vekiriye. Ji ber ku dozgeriya federal a ku navenda wê li Karlsrûheyê ye, timî dibêje ku der barê nêzî 20 sîxurên Tirk de lêpirsîn hatiye vekirin, lê agahiyên berfireh nade.

Partiya Çep her wiha li hevkariya Înterpol û rêxistina emniyetê ya Elman pirsî û ev pirs li hikumeta Merkel kir: "Mîna Yazgan, çend sîxurên Tirk ketine nava polîsên federal, rêxistinên emniyetê yên eyaletan, saziya îstîxbarata navxweyî û BND'ê?"

Partiya Çep, têkiliyên serkomîser Yazgan bi bîr xist û li van agahiyan pirsî: "Agahiya hikumetê jê heye, ku têkiliya Yazdan bi Serkonsolosê Tirk ê li Frankfûrtê yê wê demê Îlhan Saygili heye û li Bremenê bi Abdullah Agar re hevdîtin kiriye?" Ev pêşnûme pirs 31'ê Tebaxê hate pêşkêşkirin û balkêş e hikumeta Merkel bi hefteyan e bersivê nade.

AMÎRÊN YAZGAN EWILÎ XWEDÎ LÊ DERKETIBÛN

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elman, der barê têkiliyên Yazgan ên bi MÎT'ê re raporek amade kiribû. Midûra Emniyetê ya Eyaleta Hessenê Sabîne Thûraû û Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hessenê Robert Schaefer dest li raporê werda bûn.

Piştî destwerdana van her du rayedaran, raporekek duyemîn li ser Yazgan hate amadekirin û di vê raporê de têkiliyên Yazgan ên bi MÎT'ê re hatin derxistin û hevdîtinên bi konsolosên Tirk ên li Frankfûrt û Maînzê 'ji rêzê' hatibû nîşandan. Piştî nûçeyên ANF'ê yên li ser mijarê, çapemeniya AKP'ê heta jê hat, xwedî li Yazgan derket.

Piştî ku têkiliyên wê bi MÎT'ê re eşkere bû, Yazgan li rêxistina emniyetê ya Eyaleta Hessenê weke polîseke asta jêrîn wezîfeyê dike. Hat hînbûn ku Yazgan herî dawî li beşa 'lêkolînkirina zewaca zexte' dixebite.

Balkêş e mîna bajarê Wîesbadenê, li hemû bajarên Eyaleta Hessenê, polîsên li beşa 'polîsên ahengiyê' dixebitin, Tirk in. Li gorî lêkolîna ANF'ê, li Frankfûrt, Kassel, Offenbach û Hanaû, li gelek midûriyetên emniyetê gelek serkomîserên Tirk bi navê 'polîsê ahengiyê' dixebitin.