Sîsê Bîngol şandin girtîgehê

Rejîma AKP’ê girtiya 85 salî Sîsê Bîngol a ku 8 rojan li nexweşxaneyê dihate dermankirin dîsa şand girtîgehê.

Girtiya  bi navê Sîsê Bîngol a 85 salî ya di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de bû,  piştî nerazîbûnan 2’ê Mijdarê rakirîbûn Nexşwexaneya Fakulteya Tip a Zanîngeha Mersînê.

Bîngol piştî tedawiya 8 rojan ji nexwşexaneyê derket.  Bîngol dîsa şandina Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarûsê.

Di dema tedawiya Bîngol de ji hestî û kezeba wê parçeyek hate girtin û rapor wê piştî 2 hefteyan derbikeve.

Parêzera Bîngol Gulşem Ozbet têkildarî rapora nû ya desteya tendurisityê got wê daxwaza berdanê bikin.

Bîngol a ji ber temenê xwe êdî kesan nas nake, nexweşiyên mîde, şekir, astim û tansiyonê pê re hene.

Bîngol a ku tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne, bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe bi cih tîne.

Bîngol mehek beriya ku têkeve girtîgehê krîza dil derbas kiribû û tedawiya wê nîvî mabû.

Tevî rapora pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê û ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî, ev rapor ji aliyê Wezareta Edaletê ve li ber çavan nehate girtin, Her wiha Sîse Bîngol bê 4’ê Cotmeha 2017’an bê ku agahiyê bidin malbatê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Tarsûsê hatibû kirin.

Sîsê Bîngol ji sala 2017’an ve li girtîgehê dimîne. Bîngol a ji sûcê alîkarîkirina rêxistinê 4 sal û 2 meh ceza lê hatî birîn, di serdegirtina malan a Nîsana 2016’ana a li ser gundê Badan a girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê de li gel 3 kesan bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn girtin.

Bîngol a di rûniştina yekem a Hezîrana 2016’an de nexweşiya wê li ber çavan hatibû girtin, hatibû berdan, di doza Nîsana 2017’an a hê dom dikir de ji nû ve cezayê girtîgehê lê hate birîn.