Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê
Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê
Sirri Sureyya Onder rakirin nexweşxaneyê
Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di mudaxeleya polîsan de ji kapsula gazê birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Di encama mudaxeleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û birîndarên giran jî hene.
Polîsan bi tund mudaxele li kesên li Parqa Gezî ya Taksîmê nobet digirtin kir. Di encama mudaxeleya polîsan de Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bi fîşeka gaza îsotê ji milê xwe birîndar bû û bi sedyeyê rakirin Nexweşxaneya Taksîmê. Ji bo encama Onder bê zelalkirin li benda encama MR in.
Di encama mudaxeleyê de gelek kes hatin binçavkirin, gelek kes birîndar bûn û birîndarên giran jî hene.