Şîrketa ku Şirnexê kavil dike, alavên gel talan dike
Wekîla HDP’ê Leyla Birlîk diyar kir, şîrketa mitahît ku Şirnexê xira dike alavên gelê Şirnexê talan dike.
Wekîla HDP’ê Leyla Birlîk diyar kir, şîrketa mitahît ku Şirnexê xira dike alavên gelê Şirnexê talan dike.
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro li meclîsê di civîna koma xwe de bal kişande ser talan li Şirnexê û got, şîrketa ku îhaleta kavilkirina Şirnexê standiye ne bi pereyan îhale girtiye lê bi talankirina malê gelê Şirnexê îhale standiye. Demîrtaş got, ‘’Ên ku xira dikin firax wê ji wan re bin. Firaxên mirovan weke xenîmetê dibînin.’’
Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Leyla Birlîk jî got, malbatên ku dixwazin firaxên xwe ji malê bistînin têne asteng kirin û got, ‘’gelek malbat di vê rewşê de ne. Mala bavê min xira kirin û nehiştin ku ew jî firaxên xwe derxînin.’’
Bîrlîk got, ‘’Ji Hezîranê ve li bajêr şer tine. Lê hê jî qedexeya derketina derve nehatiye rakirin. Li bajêr pirsgirêka ewlkehiyê nîn e. Çend roj beriya niha Walî bi qeyûman re li bajêr civînek kir. Lê dîsa jî qedexe ranekirin û destûr nedan ku gel biçe bajarê xwe.’’
‘GEL JI BO FIRAXÊ XWE DERXÎNE DAXWAZNAME DAN LÊ BERSIV NEHATE DAYIN’
Bîrlîk gotina Walî Alî Îhsan bi bîr xist ku gotibû, ‘’kesên ku dixwazin firaxên xwe derxînin bila serî li qeymeqamiya bajarên ku lê ne, bixin’’ û bi berdewamî wiha got, ‘’Piştî vê daxuyaniyê me berê gel da qeymeqamiyê. Malbatan ji bo firaxên xwe bistînin daxwazname dan lê bersiv jî nehate dayin. Kêm malbata hene ku firaxên xwe derxistine ev jî malbatên qorîciyan in an jî malbatên ku bi awayekî bi dewletê re di nav danûstandinekê de ne.’’
Bîrlîk diyar kir berpirsê hemû tiştên ku li Şirnexê têne jiyîn waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû ye û got, ‘’Di serê vê operasyonê de walî hebû. Berpirsê vê hilweşînê waliyê AKP’ê ye. Ku waliyê gel bûya wê heta niha ji bo çareseriyê wê daxuyaniyek ji bo gel bida. Ev 8 meh in em nikarin pê re axaftinekê bikin. Ev 8 meh in tenê bi alîkarê walî re min hevdîtinek kiriye.’’
‘ÊN KU DI KONAN DE NE NAXWAZIN BAJÊR BITERIKÎNIN’
Bîrlîk got, ‘’Em tim bi gel re ne ku niha konan de dijîn. Niyeta kesekî ji wan nîn e ku bajêr biterikînin. Gel wê van tiştên ku hatine kirin ji bîr neke. Hesabê van hemû tiştên ku hatine kirin wê were pirsîn. 40 sal in polîtîkayên şer çareserî neanîn û wê niha jî neyînin.’’