Sînan Guneş li Rotterdamê hate bîranîn

Şervanê HBDH'ê, endamê yekîneya bejahî ya MLKP/Fesk Karadenîz Sînan Guneş ku 29'ê Nîsanê dema ku tevî gerîlayên HPG'ê li Qaxizman a Qersê şer dikir bi êrişa hewayî şehîd bû, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi banga AveG-Kon, DemNed, ADHK û ATÎK'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û di şexsê Sînan Guneş de Zehra Berk, Hebûn Xelîl û Emîne Weysî yên 24'ê Hezîranê li gundê Helincê yê Kobanê şehîd bûn û endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ê 27'ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi êrişa hewayî şehîd bû, hatin bîranîn.

Di bîranînê de girîngiya mezinkirina xeta têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.

Her wiha daxuyaniyên MLKP û HBDH'ê yên têkildarî şehadeta Sînan Guneş hatin xwendin.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî tevgera me ya şoreşger a yekbûyî", "Şehîd namirin", "Bijî hevrêtiya li çeperan" bi dawî bû.