Şîmşek: Em li dora berxwendanên grevên birçîbûnê bibin yek
Greva birçîbûnê ya ji aliyê 'Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan' a li Wanê ket roja 5'an û serdanên piştgiriyê ji bo greva birçîbûnê didomin.
Greva birçîbûnê ya ji aliyê 'Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan' a li Wanê ket roja 5'an û serdanên piştgiriyê ji bo greva birçîbûnê didomin.
Li Wanê greva birçîbûnê ya bi armanca piştgirîdayîna girtiyên li girtîgehan di roja 5'an de didome.
Greva birçîbûnê ya ku li avahiya DBP'ê ya bajêr destpêkirî didome, îro Serokwekîla DBP'ê ya bajêr Gulcîhan Şîmeşek serdana çalakgeran kir û behsa zor û zehmetiyên pêvajoyê kir.
Şîmşek diyarkir ku li dijî politîkayên zextan ên ku tên birêvebirin kir, gelê Kurd li her derî li ber xwe dide û girtîgehan ji bersiv daye vê pêvajoyê. Şîmşek bang li hemû gelan kir ku li dora berxwedana greva birçîbûnê bibin yek.