Şîdeta li dijî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Şîdeta li dijî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Şîdeta li dijî jinê bi têkoşînê bi dawî dibe!
Psikolog Ayşîn Yeşîlçay Înan û parêzer Barış Yeşîl, diyar kir ku şîdeta li dijî jinên Kurd yên li Ewropayê dijîn bandorê li ser malbatên feodal dike. Yeşîlçay Înan got ku têgeha namûsa malbatê- eşîr û ahlqa ku civakên feoldal bi xwe re tîne, di civakên biyanî de zêdetir dijwar dibin û her wiha pêşniyarên çareseriyê rêz kir. Parêzer Yeşîl jî bi lêv kir ku jinên ku ji hevserê xwe şîdetê dibînin, hewl didin bi hevserê wê re carek din li hev bînin û ev jî rê li ber cînayetan vedike.
Hejmara Kurdên ku koçî Ewropayê kirine mîlyonek û nîve. Civaka Kurd ya neçar dimîne di nava çandên cuda de bijîn, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Yek ji van pirsgirêkan têkiliya di navbera jin û mêr de, şîdeta nava malbatê ye.
Psîkolog Ayşîn Yeşîlçay Înan û parêzer Bariş Yeşîl pirsgirêkên psîkolojîk û aliyê hiqûqî nirxand.
ÎNAN: TERKIRIN WELAT HESTAN TEVLI HEV DIKE
Yeşîlçay Înan diyar kir ku gelê Kurd ji ber bûyerên berê li Ewropayê di nava travmayê de dijîn û hem durketina ji welat û hem jî zextên tirkan, Kurd anîna rewşeke li xwe girtî. Înan bi salan li Berlînê psîkologiyê dike, diyar kir ku li her derê cîhanê şîdet pêk tê û ev jî ji paşeroja dîrokê pêk tê.
Yeşîlçay Înan wiha got: “Piranî Kurd ji pevçûnên welatên xwe reviyane. Yên ku di bin travmayê de rêjeya wan zêdeye. Travma ku dikare her dim hebe, piştî bûyerekê hema di carekê de dîsa dertê holê. Zexetên dewletê, tirsa ji zarokatiyê tê jiyîn, nefêmkirina ziman, li miriyê xwe xwedî nederketin, jiyana dur careke din zindî dike. Kesên ku welatên xwe terk kirine di nava hestên tevlihev de ne.
Li wir ji bo xwe jiyanek bi kalîte avakirin, wek tiştekî şerm dibînin. Ev yek bi mirovan re rê li ber depresyonê vedike. Bê çaretî, hêrs, depresyonê xwedî dike. Ji ber vê jî divê bi hev re tevger gelek girînge. Lê yên ku li dijî wan, ne dewlet, qexeyên ku nû nas dike û dewleta ku jê re nû malovaniyê dikeye. Bi mirovan re her tim wek xeydekê diafirîne, mirov dikarin bişikê, ji ber ku êdî neheqî bûye qedere ew. Her tim hesret heye.”
LI DIJÎ HINEKAN, HEWLDANA BEYÎ PIRSGIRÊK
Înan rewşa jinên Kurd yên li Ewropayê nirxand û got: “Yên ne Kurd an jî Elewî ji rewşê fêm nakin. Zehmeteke ku tiştê jiyaye bîne ziman. Şerm dike. Bi penaberên Kurd re mirov dikarin rastî nêzîkatiyên ku wekê beyî pirsgirêkên, bên. Li vir Elmanî kêm tê zanîn. Em dibînin ku tirkê netewperest wan biçûk dixînin.
Înan şîdeta jinê li ser kevneşopî û feodalîzmê girt dest û wiha berdewam kir: “Şîdet li Tirkiyeyê rastiyeke. Bi taybet di temên biçûk de zewac, tecawiza nava malê, hepsa malê vê xwedî dike. Têgehên ahlaq û eşîr-malbat ku civakên feoldal anîne, li cihekî biyanî zêdetir astengiyan çêdikin. Jinan kontrol dikin, dikin bin zextan û heta qestê canê wan dike.
ŞÎDET RUMETÊ DIKE BIN LINGAN
Şîdeta li ser jinê parçebûna malbatê diafirîne. Ev jî cudakariya di navbera nifşan de kurtir dike. Ciwan li aliyekî dibêjin ez dixwazim ji malbatê qut bibim, li aliyê din jî wan paşve rû dibîne. Dixwaze bireve. Li Ewropayê bo têgeha ‘toreyê’ nêzîkatiyek folklorîk heye û ev jî fikaran zêde dike.
JI BO MÊRAN FERZKIRINA TERAPIYÊ
Înan tedbîrên der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê wiha rêz kir:
Divê perwerdeya çanda çarseriyê ya bê şîdet û wekhev ya bi zarokên biçûk re dest pê dike, di vê esasê de modelên rolê (medya, politika, huner) piştgirî bo wê bê dayîn (kamu spotları, fîlm û rêzefîlm piştgirî bo wan bê dayîn.) Dîsa mamoste, mele divê bên perwerdekirin. Divê saetên şêwirmendiyê û cih bên peydaririn.
YEŞÎL: DIVÊ MAFÊ JINAN BIZANIN
Parêzer Bariç Yeşîl jî ku li bajarê Dusseldorfê parêzeriyê dike diyar kir ku şîdeta li ser li gorî feodalî û kevneşopiyan li Ewropayê didome û got: “Jin ji ber ku girêdayê malbat û kevneşopiyane serî li dijî şîdetê ditewînin. Di bûyerên bi vî rengî yên şîdetê de li gorî kevneşopiyên berê yên feodal tevdigerin. Dibêjin ‘hevserêwe ye, ma li we xistiye çi dibe’ û jinan dixapînin.
Yeşîl bi lêv kir ku divê jin mafê jinan bizanin û ji ber ku ne di ferqa vê de ne pisgsirêkên jina kurtir dibe.
HEWLDANA LIHEVANÎNÊ RÊ LI BER KUŞTINÊ VEDIKE
Yeşîl got hewldanên malbatan a li hevanînê rê li ber şîdet û qetilkirinê vedike û got: “Malbat, kal û pîr dikevin navberê. Wan li hev dîtin. Niha jineke ku muvekîla min e, ji hevserê xwe 4 caran dest berda lê malbatan ew anîn cem hev û lihev anîn. Herî dawî jin ji ber lêdanê ket komayê. Şîdeta li ser jinê li gorî Hiqûqa Cezaya Elman Sûc tê ditin.”
EZ JI HEVSERÊ JINAN TEHDÎDAN DIGIRIM
Yeşîl got gelek dozên bi vî rengî tên ji wî re û got: “hema hema hemû mexdurên şîdetê ne. Hemû mexdurên şîdeta nava malbatê ne. Di demên dawî de keçên ciwan bi şîdetê re rû bi rû tên. Bi taybet ji malbatên Kurd û Tirk zêde ne.ev di demên dawî de zêde tên. Ez ji ber van tehdîdan digirim. Hevserên jinên ku tên cem min, tehdîdan li min ikin. Heta ez rastî êrîşa fîzîkî têm.”