Sibê wê sed hezaran mirov li Bakirkoyê bicivin!

HDP wê sibê li Stenbolê mîtîngeke bi heybet li dar bixe. Namzetên jin û ciwan ên HDP’ê banga beşdarbûna mîtîngê li hemû kesan kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, wê sibê saet  17.00’ê (17’ê Hezîran) li Bazara Gel a Bakirkoyê mitînga “Ji bo jiyaneke bê şer û bêkedxwarî em tên gel hev” pêk tîne. Namzetên ciwan ên HDP’a Stenbolê ji bo tevlîbûna mîtîngê bang li ciwan, jin û hemû beşên civakê kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr got wê di mîtîngê de Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş xîtapî gel bike û wiha got; “Heman rojê wê di TRT yê de axaftina Rêzdar Demîrtaş bi zindî were weşandin. Selahattîn Demîrtaş wê xîtapî sedhezaran kesên li qadê bike”.

Namzeta Parlamenteriya HDP’ê ya Stenbolê Şerîban Alkiş, namzetê HDP’ê yê rêza 2’yemîn ê Stenbolê Ozan Ozgenler, namzetên ciwan Ridvan Ozturk û Semra Sarigul, hemû gel, ciwan, jin û kesên mûxalif kirin ku beşdarî mitîngê bibin û gotin: “Hêza me wê wan têk bibe. Em bi reng û cudahiyên xwe çiqasî zêde bin, em ê ewqasî bersiv bidin wan. Li dijî zilma desthilatdariyê werin em di mîtînga 17’ê Hezîranê de bibin yek. Em li bendê ne ku hemû kesên berxwedêr tevlî mitîngê bibin. Ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û yekîtî pêş bikeve û di meclîsê de rêxistinbûyîna  ciwanan ava bibe, em bibin endamên HDP’ê. Werin em dengê xwe bikin yek, bi hev re azad, aştî û yekitiyê biqîrîn û serkeftinê bi dest bixin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê ku hatiye dagirkirin Ahmet Turk û namzetên HDP’ê yên Stenbolê wê weke axaftvan beşdarî mîtîngê bibin.”