Sibe rûniştina 46 rojnamevanên çapemeniya azad pêktê

Sibe rûniştina 46 rojnamevanên çapemeniya azad pêktê

5'emîn Rûniştina doza 24 jê girtî 46 rojnamegerên çapemeniya Kurd dê sibê li Stenbolê bê pêkbê. Rojnamegerên ku di rûniştina berê de dersa rojnamegeriyê dabû, dê dîsa parastinê bikin. Beriya rûniştina dozê aliyên BDP, OHD, TGS'ê banga tevlîbûna dozê kirin.

5'emîn Rûniştina doza 24 jê girtî 46 rojnamegerên çapemeniya kurd a azad ku di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê "Operasyona KCK'ê" de hatin girtin dê sibê (17 Heziran) li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike.

Di 20'ê kanûna 2011'an de li dijî rojmamegerên Kurd û çapemeniya azad bi navê "Doza KCK" ê operasyon pêk hatibû. Polîsan li 7 bajaran bi ser buroyên çepemeniya kurdan û malên rojnamegerên Kurd de girtibûn. Di operasyonê 46 rojnamegerên Kurd hatibûn binçavkirin û 36 rojnameger hatibûn girtin. Di rûniştinên hatin ditin de 22 rojnameger hatin berdan û 24 rojnameger jî girtî tên darizandin. Sibê (17 hezîran) dê 5'emîn rûniştina rojnamgerên Kurd li 15'enîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk bê. Di rûniştina 4'an de bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd ku di 22'ê Nisana 1898'an de li Kahîrê kurdan dest bi weşana rojnameya Kurdistan kiriye ye, Edîtorê DÎHA'yê Ertuş Bozkurt dersa Rojnamegeriyê dabû heyeta dadgehê. Di parastina berê de rojnamegeran der barê xebatên xwe, çapemeniya kurd, çapemeniya alternaif û çapemeniya azad de pêşandan kiribûn. Di parastinê de li dijî îdîaya ku DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Demokratik Modernite û Belavkariya Firatê wekî saziyên "Terorê" bi nav dike parastinek xurt kiribûn. Beriya Rûniştinê nûnerên BDP, OHD, TGS'ê banga tevlêbûna rûniştinê kiribûn.

‘TIRKIYE BI GEFA DARAZKIRINÊ PÊŞDE NAÇE’

Beriya Rûniştina ku 3 rojan berdewam bike Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke astengiyên li pêş azadiya ramanê ye. Îpekçî anî ziman ku li Tirkiyeyê 63 rojnameger girtî ne û gelek hempîşeyên wan ên ji doza KCK, Ergenekon, Odatv û Biryargeha Şoreşger tên darizandin hene. Îpekçî, da zanîn ku hevalên wan ên hatineberdan jî hêj tên darizandin. Îpekçî anî ziman ku girtina rojnamegeran ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêk e û xwest ji bo berdana rojnamegeran zagon bên sazkirin. Îpekçî da zanîn ku tu bandora parêtên 4-5'aün a darazê li ser berdana rojnamegeran çênebû û wiha got: "Girtiyên edlî serbest hatin berdan, lê kesên ji ber fikr û ramanên xwe tên darizandin nehatin berdan. Divê di zagonên TMK'ê de guhertinên bingehîn pêk bên."

Îpekçî îdİayên der barê rojnamegeran de jî rexne kir û destnîşan kir ku hêj rojnameger wekî "Tetorist" tên bi navkirin û wiha got: "Ev nayê qebûlkirin. Ev helwesta serdest a îxtîdarê ye. Divê îxtîdar bi lezgîn vê helwesta xwe biguhere û gavên çareseriyê bavêje. Roja duşemê doza hempîşeyên me yên di bin navê KCK'ê de tên darizandin heye. Dê ji dervê welat jî rêxistinên rojnamegeran bên. Federasyona Rojnamegerên Ewropayê jî dê bê dozê bişopînin. Em dixwazin hevalên me serbest bên berdan û bi lezgîn zagonên nû bên sazkirin. Em dixwazin ev îdîayên li ser hempîşevanên me bên rakirin. Bi van îdîayan û darizandinê Tirkiye pêş nakeve û demokratîk nabe. 2 komên çekdar biryara berdana çekan dan. Dibe ku li jêr pirsgirêka me tune be. Lê pirsgirêk li jor bi dewletê re heye. Dewletê bi hêzên çekdar re li hev kir, lê bi kesên sivîl û bê çek re li hev nekir. Tu sedema rojnameger, xwendekar û rewşenbiran a li girtîgehan tune ye. Divê bi lezgîn serbest bên berdan. Ger ku dê aştî pêk bê divê dewlet bi hemû beşên civakê re li hev bê. Em dixwazin hemû rojnameger, siyasetmedar û parêzêrên girtî tev serbest bên berdan."

‘DIVÊ ROJNAMEGER SERBEST BÊN BERDAN Û JI WAN LÊBORÎN BÊ XWESTIN'

Cîgira Hevseroka Giştî ya BDP'ê û Rojnameger Fîlîz Koçali jî anî ziman ku êdî tu wateya girtin û operasyonên ku di bin navê doza KCK'ê de pêk hat nemaye û xwest bi lezgîn rojnamegerên girtî serbest bên berdan û dewlet lêborîna xwe ji an bixwaze. Koçalî, anî ziman ku êdî tu sedema dirazandinê nemaye û ev bêhiqûqî hat tespîtkirin û wiha got: "Em dixwazin demek berî demekê rojnameger bên berdan. Divê dewlet ji ber van pêkanînên dijdemokratik lêborîna xwe ji rojnaemgerên girtî bixwaze."

‘ISRARA DI GIRTINA ROJNAMEGERAN DE BI ZANEBÛN E’

Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Prz. Firat Epozdemîr diyar kir ku, dadgeh li dijî hiqûqê îkameya delîlan dike û wiha got: "Em dê bixwazin ku heyeta dadgehê êdi li gorî hiqûqê îkameya delîlan bikin û wiha got: "15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê û 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li dijî dadgehên din ên ku dozên KCK'ê dibînin tev digere. Hemû îdîa yek in, lê heyetên dadgehan li gorî hev tev nagerin û ji hev cuda tev digerin. Em dixwazin heyetên dadgeha Stenbol û Amedê dest ji vê helwesta xwe berdin û hemû rojnamegan serbest berdin."

PIŞTÎ OPERASYONÊ KOMKUJIYA ROBOSKÎ PÊKHAT

Piştî li dijî çapemeniya kurd operasyon pêk hat, li Roboskiyê balafirên şer ên tirk li Roboskiyê bombe barandin û 34 welatiyên Kurd ên sivîl qetilkirin.

Navên 24 rojnamegerên girtî tên darizandin wisa ye:

Fatma Koçak (Midûra Karên Nivîsê ya DÎHA'yê)

Ramazan Pekgoz (Edîtorê DÎHA'yê)

Mazlum Ozdemîr (Edîtorê DÎHA'yê)

Ertuş Bozkurt (Edîtorê DÎHA'yê)

Semîha Alankuş (Edîtorê DÎHA'yê)

Kenan Kirkaya (Nûnerê DÎHA'yê yê Enqere)

Omer Çelîk (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Stenbolê)

Nîlgun Yildiz (Nûçegihana DÎHA'yê ya Mêrdînê)

Nahîde Ermîş (Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Modernîteya Demokratîk)

Davut Uçar (Midûrê Ajansa Etîk)

Huseyîn Denîz (Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê yê berê)

M. Emîn Yildirim (Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat)

Dîlek Demîrel (Xebatkara Rojnameya Ozgur Gundemê yê berê)

Sîbel Guler (Xebatkara Rojnameya Ozgur Gundemê yê berê)

Nevîn Erdemîr (Xebatkara Rojnameya Ozgur Gundemê)

Nurettîn Firat (Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê)

Turabî Kîşîn (Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê)

Ayşe Oyman (Xebatkara Ozgur Gundemê)

Yuksel Genç (Nivîskara Ozgur Gundemê)

Selahattîn Aslan (Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk)

Cîhan Ablay (Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk)

Îrfan Bîlgîç (Xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê)

Şeyhmus Fîdan (Xebatkarê Belavkariya Firatê yê Stenbolê)

Haydar Tekîn (Xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê)

Rojnamegerên piştre hatin berdan:

Zeynep Kuray Nûçegîhana ANF

Oktay Candemîr (Xebatkarê DÎHA'yê yê berê)

Îsmaîl Yildiz (Xebatkarê DÎHA'yê yê berê)

Çagdaş Ulus (Nûçegihanê Rojnameya Vatan)

Pervîn Yerlîkaya (Hesabira DÎHA'yê)

Çagdaş Kaplan (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Stenbolê)

Zuhal Tekîner (Xwediya Îmtîyazê ya DÎHA'yê)

Çîgdem Aslan (Xebatkarê Belavkariya Firatê)

Ziya Çîçekçî (Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê)

Omer Çîftçî,

Saffet Orman,

Sadik Topaloglû: Nûçegîhanê DÎHA'yê