Seyîd Riza û hevalên wî li Stenbolê hatin bibîranîn

Di salvegera 83’an a darvekirina wan de Seyîd Riza û hevalên wî li Taksîmê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê hatin bibîranîn.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di salvegera 83’emîn a darvekirina wan de Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anîn. Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû, Hevserokên HDP’e yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn.

AVCI: DIVÊ DEWLET BI AWAYEKÎ FERMÎ LÊBORÎNA XWE BIXWAZE

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci bi bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî dest bi axaftina xwe kirin û got, “Divê Komara Tirk bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.  Bi lêborînê re divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin û alavên wan ên taybet werin teslîmkirin.”

Avci diyar kir ku ji bo lêkolîna van qetlîaman divê Komîsyona Heqîqetê were avakirin û ew ê mîrateya wan a berxwedanê bidomînin.

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku ji bo qirkirineke din neyê kirin, ew 83 sal in hesap dipirsin û got, “Rûbirûbûna van qetlîaman tê wateya ku dewlet jî sûcê xwe bibîne û divê careke din sûcên wisa neyê kirin. Em li pey Seyîd Riza ne, ji ber ku em xwedî li gotin û şerê xwe wî derdikevinm. Em dizanin ku yên çok danaynin erdê, wê bi ser bikevin.”