Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn

Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 83’an a darvekirian wan de li gelek bajaran hatin bibîranîn.

Pêşeng û Rêberê Serhildana Dersimê Seyit Rıza û hevalên wî 83 sal berê di 15'ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin. Rêxistinên Elewiyan û saziyên demokratîk li gelek bajaran bernameyên bîranînê li dar xistin. Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratik (DAD), Komeleya Dersimiyan a Enqereyê, Komeleya Gumgum a Enqereyê, Komîteya Muzeya Madimakê, li Şaxa DAD'ê ya Enqereyê bernameya bibîranînê li dar xistin. Di bernameyê de parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ali Kenanoglu û rêxistinên civakî jî amade bûn.

Di bernameyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre li ser navê rêxistinên civakî Hevserokê Şaxa Dersim-Der a Enqereyê Yaşar Kilavûz, daxuyanî xwend. Yaşar, anî ziman ku dewletê li Qada Genim a Xarpêtê zagonên xwe bin pê kiriye û wiha got: "Hêj cihê gorên Seyit Riza, Uşenê Seydi, Aliyê Mirzalî Sîlî, Kure Cebrail Hesen Aga, Hesene İvrahime Qiji, Resık Wuşen û Fındiq Aga nayê zanîn. Ev êşa wan nayê jibîrkirin."

Bername bi xwendina gulbangan û belavkirina lokmayan bi dawi bû.

MÊRSÎN

Şaxa Komeleya Dersimiyan a Yenîşehîra Mêrsînê jî bi heman armancê bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên civakî bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameya bîranînê de wêneyên Seyid Rıza ku li ser “37/38 xo vira meke!" nivîsandibûn hatin hildan.

Nûnerên rêxistinên civakî ji bo Seyid Rıza û hevalên wî çira pêxistin û gulbang xwendin. Serokê Komeleya Dersimiyan a Mêrsinê Hasan Tarikut, ani ziman ku ev bê niqaş komkujî ye û xwest arşîv bên vekirin û navê Dêrsimê dîsa bidin wan.