Seyfo Center piştgirî da Demîrtaş

Serokê Giştî yê Navenda Lêkolînên Qirkirina Suryaniyan (Seyfo Center) Sabrî Atman mesajek weşand û piştgirî da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Atman kartpostalek ji Demîrtaş re şand û got, "Ji bo aştî pêk were, zarok nemirin, demokrasî serdest bibe û her kes bi rengekî azad û wekhev bijîn, we di asta herî bilind de dengê xwe bilind kirin. Weke berdêla vê yekê jî hûn hatin girtin. Hûn bi tenê nînin. Dilê bi mîlyonan mirovî bi we re lê dide.

Li ser navê xwe û Navenda Lêkolînên Qirkirina Suryaniyan (Seyfo Center), ji dil ve piştgiriya we dikim. Aştiya ku daxwaza me hemûyan e, wê rojekê pêk were."

Seyfo Center ku navenda wê li paytexta Swêd Stockholmê ye, li ser qirkirina li Asûrî-Suryaniyan hatiye kirin, lêkolînên zanistî dike û bi pêşengiya xwe ya ji avakirina peykerên qirkirinê li gelek welatên cîhanê, tê naskirin.