Seyarfiroş ji ber xespa polis îsyan kir
Li Cadeya Îstîklalê di ser terora zabitayan xespa polis jî hat, seyarfiroş Huseyîn Koşaner îsyan kir
Li Cadeya Îstîklalê di ser terora zabitayan xespa polis jî hat, seyarfiroş Huseyîn Koşaner îsyan kir
Li Cadeya Îstîklalê di ser terora zabitayan xespa polis jî hat, seyarfiroş Huseyîn Koşaner îsyan kir.
Huseyîn Koşaner ê ji bo sê zarokên xwe bide xwendin bi kurê xwe Receb Îsmet Koşaner re li ber Sefaretxaneya Fransa seyarfiroşiyê dike, tîmên ewlekariyê bi awayekî bê hiqûq dest datînin ser tiştên wî êdî hişt Koşaner îsyan bike. Dema Koşaner ji bo male xwe bi polîsan re nîqaş dikir kurê wî bi kêrê singa xwe birî, Koşaner ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê, bav Koşaner ê ji ANF’ê re axivî got, “Êdî Bes e, ev tiştên polis tînin serê me, ne can, ne mal dikare li hember vê zextê bisekine.”
NE CAN, NE MAL DIKARE LI HEMBER VÊ ZEXTÊ BISEKINE
Huseyîn Koşaner diyar kir ku, tevî di aliyê hiqûqî de ti rayeya wan nine jî tîmên ewlekariyê her roj dest datînin ser malên wî û bi hinceta Qanûna Qebahetan 100 TL ceza lê birîne. Koşaner da xuyakirin ku ji ber polîsên dest danîne ser malên wî girtek nenivîsandine, nikare male xwe paşde bigire. Koşaner têkildarî mîjarê wiha axivî: “Ez sê zarokan didim xwendin, ne tiryakê difiroşim, ne jî diziyê dikim tenê ji bo debara mala xwe dixebitim. Diz ku serbest digerin polis zextan li min dikin û bi min re mijûl dibin.” Koşaner da xuyakirin ku kurê wî hatiye asta ku xwe bikuje û wiha axivî: “Êdî Bes e, ev çi zexta polîsan e, ne mal û ne can dikare li hember vê zextê bisekine.”