Şêx Seîd li Marsîlyayê hat bîranîn
Li bajarê Fransa Marsîlyayê ji lîderên Kurdan Şêx Seîd ji aliyê mizgefta Şêx Seîd ve hat bîranîn.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê ji lîderên Kurdan Şêx Seîd ji aliyê mizgefta Şêx Seîd ve hat bîranîn.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê ji lîderên Kurdan Şêx Seîd ji aliyê mizgefta Şêx Seîd ve hat bîranîn.
Merasîma bîranînê, ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Mele Necmedîn piştre dest bi axaftinê kir û anî ziman, Kurdan di herikîna dîrokê de ti carî serî netewandine. Mele Necmedîn bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku li pêşberî hovîtiya li Kurdan tê kirin bêdeng nemînin.
Merasîma bîranînê bi qesîde û helbestên bi Kurdî û Tirkî yên ji aliyê Koma Beytbeja ve hatin xwendin, dewam kir.
Li vê derê mesaja FEDA'yê hat xwendin û dûre Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy axivî. Ozsoy Şex Seîd û hevalên wî bibîr anî û diyar kir, komkujiya li Kurdan tê kirin, di tevahiya dîrokê de dewam kiriye.
Ozsoy da xuyakirin, ku Ereban, Persan Tirkan komkujî anîne serê Kurdan û got, "Tiştên ku eleqeya xwe bi Îslamiyetê ve nîne hatin kirin. Gorên me veşartin. Ji wan hebû ku dema bêgor bihêlin, wê bêbandor bikin. Li vê derê, li vê salonê jî tê dîtin, bi hezaran kîlometreyî dûr jî bin neviyên Şêx Seîd li ser şopa wî ne. Mîrateya wî ye. Divê her kes li her derê tevlî berxwedanê bibe."