Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê daxwaza azadiya Ocalan kir

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenterên HDP'ê werin berdan û Tirkiye hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf  Cemal Reşîd daxuyaniyek der barê girtina Hevserok û parlamenterên HDP’ê û zextên Tirkiyê de belav kir. Ebdulletîf Cemal Reşîd ragihand ku ji ber girtina parlamenterên Kurd  bi tundî  kiryarên desthilatdarên Tirkiye şermezar dike.

Daxuyaniya Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Dr. Ebdulletîf  Cemal Reşîd wiha berdewam dike: "Ev kiryarên li hember têkoşerên Kurd ne nû ye. Rûyê rastî yê Erdoganiyan li Tirkiye eşkere dike.  Ti nirxek ji bo bikaranîna mafê mirov û xwe îfadekirinê nîne."

Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanl, hevserko û parlamenterên HDP'ê werin berdan.

Di dawiyê de Dr. Ebdulletîf  Cemal Reşîd destnîşan kir ku em daxwaz dikin ku  hemû rêgirên li pêşiya demokrasî û tevahî têkoşerên azadîxwazên Kurd ên girtî  werin berdan. Dr. Rşeîd her wiha destnîşan kir ku divê Tirkiye hêzên xwe ji herêma Kurdistanê û Mûsilê vekişîne û dest li karên navxweyî yên Iraqê wernede.