Sevda: Di xebata xwe a reşkirina leşkeriyê li ber gel dewam bikim
Sevda: Di xebata xwe a reşkirina leşkeriyê li ber gel dewam bikim
Sevda: Di xebata xwe a reşkirina leşkeriyê li ber gel dewam bikim
Xwediyê malpera înternetê a bi navê www.savaskarsitlari.org’ê Halîl Savda ku tewanbariya “reşkirina leşkertî li ber gel” doz hatibû vekirin, hate berdan. Sevda ku hate berdan sucê bi “reşkirina leşkertî li ber gel” qebûl kir û got ku ewê kirina vî sûcî de berdewam bike.
Parêzerê Savda Ramazan Demir ku piştî parastina Savda mafê axaftinê girt diyar kir ku ev sûc li gorî madeyê 318’ê yê TCK’ê li dijî destora bingehîne û ji ber vê yekê pêwiste ku ji aliyê dadgehê ve bê birina dadgeha destora bingehîn. Demir ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa mînak dan diyar kir ku reda wijdanî wekî mafekî ew dibînin û anî ziman ku nivîs û nûçeyên di malpera www.savaskarsitlari.org hatine weşan di çerçeveya azadiya fikir û îfadeyê dene.
Dadgehê daxaza Demir doze madeyê 318’ê a TCK’ê birina destora bingehîn red kir. Lê Destora Bingehîn û Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa hate dest girtin û hat diyar kirin ku di çerçeveya mijarên azadiya nûçe, weşanên fikrê û serbestiya îfadê dene û biryara berdana malperê hate dayîn.