Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasetê, bi navê xwe yê kurt SETA. Dema ku mirov bala xwe bidin pêşkêşiya kurt a der barê xwe de kiriye, 'agahiyê' girîng dibîne. Di pêşkêşiya der barê xwe de îdîa dike ku bi rêya gelek dîrektoriyên xwe hewl dide 'agahiyê biafirîne û agahiya zanistî ya afirandiye jî veguherîne formulên çareseriyê'. Di pratîkê de afirandin an jî lêgerîna li 'agahiyên zanistî' bi rengê 'pêşkêşkirina agahiya îstîxbaratî' ji bo rejîmeke zordar berbiçav dibe. Agahiya îstîxbaratî hem dikare bibe xwedî armanca deqkirinê hem jî dikare rê li ber kuştina mirovan veke. Ev yekjî SETA'yê dike amûreke îstîxbaratê ya tirsnak.
Rapora "Dûvikên Tirkiyeyê yên Saziyên Medyaya Navneteweyî" ku dawiya hefteyê ji aliyê SETA'yê ve hate weşandin rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Saziyên medyayê û rêxistinên rojnamevanan ên di raporê de bûn hedef nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku rapor ji bo 'deqkirinê' hatiye amadekirin.
LI 12 WELATAN BI GIŞTÎ 24 MEHAN KURD HATIN ŞOPANDIN
Heman saziyê beriya vê raporê di bin sernavê "Rêxistinbûna PKK'ê ya li Ewropayê" de li gelek welatên Ewropayê komele û saziyên medyayê yên gelê Kurd kir hedef.
Beşa bi sernavê "PKK a li Ewropayê" ji aliyê Enes Bayrakli, Hasan Basrî Yalçin, Mûrat Yeşîltaş ve hate amadekirin û wezîfeya deqkirina Kurdan li Elmanyayê Kazim Keskîn, li Awûstralyayê Zelîha Elîaçik, li Belçîkayê Umît Tetîk, li Danîmarkayê Merve Dîlek Dagdelen, li Fransayê Umît Tetîk û Sîbel Duz, li 'Rêveberiya Rûm a Başûrê Qibrisê' Haci Mehmet Boyraz, li Hollandayê Sîbel Duz, li Îngilîstanê Hasan Basrî Yalçin, li Swêdê Mûrat Yeşîltaş, li Swîsreyê Enes Bayrakli, li Norwêcê Merve Îrem Ayar û li Yewnanîstanê jî Ogûz Gungormez kirin.
Rêveberên SETA'yê hemû weke mirovên nêzî rejîma AKP'ê tên naskirin. Koordînatorê xwe yê gitşî di heman demê de nivîskarê Rojnameya Sabahê prof. Bûrhanettîn Dûran e ku ew rojname wek yek ji berdevkên rejîma AKP'ê tê naskirin. Di Çileya 2018'an de di navbera weqfa SETA'yê û Anadolû Ajansi de ku yekser bi rejîma AKP'ê ve girêdayî ye protokola hevkariyê hatibû amadekirin.
Rapora ku Kurd deq kir li gorî SETA'yê di encama lêkolîneke ji 24 mehan hate amadekirin. Li 12 welatan di karên îstîxbaratî de ne tenê Kurd, her wiha rojnamevan, sazî û kesayetên siyasî yên Ewropî yên ku bi Kurdan re têkiliya xwe hene bi wêne û navnîşanên xwe hatin ragihandin.
Di raporê de ku kirine pirtûk, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd bi rengê "Rêxistinbûna saziya civakî ya sivîl a PKK'ê li Ewropayê" bi rengekî berfireh bûne hedef. Rengê rêxistinbûnê yên komeleyan, rêveber û endamên wan, saziyên medya Kurd ên dîtbarî, nivîskî û guhdarî yên li Ewropayê, bikarhênerên medya civakî, Kurdên li medya Ewropayê dixebitin, esnaf, rêxistinbûnên aboriyê, rêxistiniyên ciwanan, polîtîkayên Ewropayê yên der barê PKK'ê weke agahiyên îstîxbaratî di raporê de bi rengekî berfireh hatine nivîsandin.
LÊKOLÎNA ZANISTÎ YE, YA JÎ ŞAXÊ ÎSTÎXBARATÊ YÊ MÎT'Ê YE?
SETA ku îdîa dike 'agahiyên zanistî' kom dike, bi van gotinan bi rengekî vekirî hin parlamenterên Ewropayê dike hedef: "Tê dîtin ku siyasetmedarên nêzî PKK'ê ne tevî ku tevlî çalakiyên sûc bûne neketine ber lêpirsînê bi giranî hatine xelatkirin. Mesela ev siyasetmedar tevlî gelek civînên PKK'ê bûne, lê belê ew civîn di çarçoveya mafê xwepêşandan û kombûnê yê demokratîk de hatine nirxandin. Eger parlamenterek tevlî civîneke saziyeke DEAŞ'ê bibe ya jî propaganda DEAŞ'ê bike heman nêzîkatiya xweşbîn nayê nîşandan. Ev rewş cotstandartî ye."
Weqf di pêşniyara xwe ya 'zanistî' de armanca xwe jî bi rengekî vekirî nîşan dide. Di pêşniyara xwe de wiha dibêje: "Ji bo li Ewropayê cih li rêxistinê bê tengkirin, karên destekê dide rêxistinê yên tevna civaka sivîl bên astengkirin, di asta 'têkoşîna hiqûqî, siyasî û ya li dijî sûc' de mekanîzmayên bi bandor ên têkoşînê bên afirandin (...) Welatên Ewropayê divê rêxistinên civakî yên sivîl ên ku karên îllegal ên rêxistinê li ser zemîna legal dimeşîne û di raporên îstîxbaratê de têkiliya wan hatine eşkerekirin qedexe bikin. Li aliyê din qanûn û tedbîrên piştî pêvajoya 11'ê Îlonê ji bo têkoşîna li dijî DEAŞ û El Qaîdeyê tên bikaranîn divê li dijî PKK'ê û sazî û kesên pê re têkiliya xwe hene jî bên pêkanîn (...) Li dijî derdorên ku nêzî rêxistinê ne û desteka fînansî didin rêxistinê divê bi Tirkiyeyê re karekî hevpar bê kirin û tedbîrên pêwîst bên wergirtin (...) Di dema xwepêşandanên sempatîzanên PKK'ê de divê destûr neyê dayin ku dîmenên der barê rêxistina terorê de bên bikaranîn û bi vî rengî normalkirina PKK'ê bê astengkirin.
MEDYA EWROPAYÊ JÎ DI HEDEFÊ DE YE
Tevî HDK, komeleyên Êzidiyan, komeleyên Elewiyan, Civaka Îslamî ya Kurdistanê, karên çand û hunerê, saziyên însanî, rojnamevan û kovaran, ji bo qenala hevpar a Elman û Fransayê ARTE jî tê gotin, "Rêxistinê weke rêxistineke modern a ku ji bo azadiyê têdikoşe pêşkêşî raya giştî ya rojava dike". Di raporê de gelek saziyên medyaya Ewropayê ji ber ku der barê Kurdan de weşan kirine, gelek partiyên çep, parlamenter û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl ên Ewropayê jî ber ku piştevaniya Kurdan kirine hatine deqkirin. Ev hemû jî bi wêneyan di raporê de hatine bicihkirin.
KURD WÊ LI DIJÎ VÊ YEKÊ BIKEVIN NAVA HEWLDANÊN HIQÛQÎ
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kurdan ên li Fransa, Elmanya, Belçîka û gelek welatên din hatin wergirtin, Kurd wê li dijî rapora SETA'yê ya ku deq dike û dike hedef bikevin nava hewldanên hiqûqî. Ne tenê sazî, her wiha wêneyên bi sedan kesên li komeleyan, li kolanan, di çalakiyan, civîn û konferansan de hatine kişandin û bi vî rengî ewlekariya jiyana wan yekser ketiye metirsiyê. Ji ber vê yekê tê payîn ku hem bi rengekî sazî hem jî bi rengê şexsî wê hewldanên hiqûqî li dijî SETA'yê dest pê bike.