SETA derbarê ‘Başûrê Kurdistanê’ li xwe mikur hat

SETA ya ku saziya AKP’ê ye di belgeyeke xwe de ya li dijî Kurdan û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê ji bo hêzên başûrê Kurdistanê dibêjin ‘hevkarên baş’. Di belgeyê de tê diyarkirin ku divê deskeftiyên li Başûrê Kurdistanê were astengkirin.

SETA ku çend roj berê di rapora xwe ya “Analîza Medyayê” weşandibû de bi taybetî rojnamevanên navneteweyî yên li Tirkiyeyê dixebitin hedef girtibû. Vê carê jî der barê “Operasyona Pençe” ya ji aliyê Hêzên Artêşa Tirk (TSK) di 27’ê Gulanê de li Xakurkê dabû destpêkirin, bi îmzeya Mûrat Aslan raporeke analîzê weşand. Di rapora analîzê de hêzên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê YPG û Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) weke şaxên PKK’ê dide nîşandan, tê diyarkirin ku bi têkçûna DAIŞ’ê re deskeftiyên gelan ên ku hişmendiya di rayagiştî ya navneteweyî de daye avakirin, divê bê şikandin.

‘PKK LI ÇAR PARÇEYAN DESTKEFTINÊN WÊ HENE’

Di analîzê de bal hatiye kişandin ku PKK di 4 parçeyên ku Kurd lê dijîn de bi siyaseta aqilmendî destkeftiyan bi dest xistiye û bijêrka “Li dijî aqilê bi aqilê têkoşîn bê dayîn” weke teqtîk û stratejî tê pêşniyarkirin. Di rapora analîza SETA’yê de, tê diyarkirin ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de YPG/QSD a ku weke PKK’ê tê pênasekirin bi mîsyona xwe ya pêşeng re pîrozkirina hemû cîhanê qezenc kiriye, qelskirina vê prestija heyî di nava peywira yekemîn a desthilatdariya AKP-MHP’ê de heye bi awayek vekirî eşkere dike. Her wiha di analîzê de fikarên ji îtîfaqên demkî yên bi hêzên navneteweyî re hatine danîn jî hatiye nivîsandin. Di analîzê de, ji bo pêşî li statuya ku di şerê li Rojava tê meşandin û avakirina Rêveberiya Xweser bê girtin tê diyarkirin ku pêwîst e bi dewletên heremê re li dijberiya Kurdan de hevkarî bê dayîn, li dijî pêşketinên îhtîmal ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê divê li navenda Iraqê wek hazir qita bê sekinandin û pêwîst bike mudaxele bê kirin.

HEVKARIYA BI PDK’Ê RE

Di rapora analîzê de hevkariya bazirganî û leşkerî ya bi hêzên Herêma Kurdistanê û PDK'ê re girîngiyekê taybet tê bîrxistin. Di analîzê de bal tê kişandin ku pêwîst e bi hikumeta Iraqê re jî li dijî PKK’ê îtîfaq bê dayîn û ev tişt ê diyarkirin: “Bi IKYB (Rêveberiya Herêma Kurdistan a Iraqê) û hikumeta navendî ya Iraqê re bi ferasetek hevpar û hevkariyek xurt bê tevgerandin.”

Di analîzê de tê balkişandin ku ji bo xirabkirina navbêra Kurdan pêwîst e aboriya Herêma Kurdistanê ya bi Tirkiyeyê ve girêdayî bê bikaranîn, ji bo vê jî bi hevkariya rêveberiya heremê û hikumeta navenda Iraqê mayîndebûna di heremê de tê hedefkirin.

‘HEVKARIYA BI HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GUNCAV E’

Di analîza ku ji bo hêzên Kurdistanî yên Federe bal dikşîne ser îfadeya “Bi Tirkiyeyê re tevgerandin guncav e”, cih dide van gotinan: “Bi armanca ji bo ewlehiya bakurê Iraqê avakirin û pêşî li bikaranîna qadekê rêxistina teror a gotina mijarê ye bê girtin, li kêleka di aliyê leşkerî de avakirina şerîda ewlehiyê, pêwîstiya girtina tedbîrên îdarî, civakî û aborî jî xwe ferz dike.

Beşa encamê ya ku weke kurtasiya analîza SETA’yê ye, hevok bi hevok wiha ye: “Tirkiyeyê di salên dawî de bi hikumeta Navenda Iraqê û PDKI re lihevkirin pêk aniye û di bakurê Iraqê de bi cihbûyîn esas girtiye. Dema em bicihbûna Hêmanên TSK’ê ya ku ji sala 2018’an ve Tevgera Biryardar pêk tîne re li heremên rojava û başurê rojhilatê herêma Rûbaroka Şemzînanê dinêrin Xakurka ku bi Tevgera Pençe re xistine bin qontrola xwe pêwîst e tedbîrên ji bo terorîst dubare bi cih nebin bên girtin. Her wiha bi Tevgera Pençe re tesbîta qala mijarê tê kirin ya di taybetmendiya Xakurkê de tê kirin ji bo qadên din ên bicihbûna PKK’ê jî, di ber çavan de bên derbaskirin.”