Şeş wezîrên nû ketin hikumeta Sûriyeyê
Şeş wezîrên nû ketin hikumeta Sûriyeyê
Şeş wezîrên nû ketin hikumeta Sûriyeyê
Li Sûriyeyê ku du sale şer lê didome, Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad di hikumeta xwe de şeş wezîr guhertin.
Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî Sana’yê Wezareta Xebat û Karên Civakî ji hev cûda kirin, di nav de wezîrên Petrol û Aborî jî heyî bi giştî şeş wezîr guhertin.
Li gorî vê Wezîrê Petrolê yê nû bo Silêman Ebas, Îsmaîl Îsmaîl jî bo Wezîrê Aboriyê. Kinda Şimat bo Wezîrê Karên Civakî û Hesen Hîcazî jî bo Wezîrê Xebatê. Weke din Huseyîn Ferzat jî ji bo Wezareta Bajarvanî û Avahîsaziyê, Ehmed Qedrî jî bo Wezîrê Zîraetê.
Di derbarê van guhertinan de ti daxuyanî nehatin dayîn. Piştî Adara 2011’an li Sûriyeyê serhildana destpêkir û demek kurt vegerî pevçûnên çekdarî, Beşar Esad gelek caran guhertin di hikumetê de çêkir. Herî dawî di Tebaxa 2012’an de pêkanî bû.
Di çarçoveya guhertinên nû yên di Wezareta Derve de alîkarê berpirsê rêxistinên navnetewî û Ewropayê Esed Husamedîn ku tê gotin eslê xwe Kurde tayîn kirin. Husamedîn ku beriya vê Sefîrê Sûriyeyê yê Spanyayê bû, tê diyarkirin ku, ji gundê Mabato yê ku piraniya wê Kurdên Elewî yê girêdayî bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê ye.