Serxwebûn bi manşêta,''Gelek karê PKK'ê li Başûr heye'' derket

Serxwebûn ku ji Çileya 1982'an ve weşana xwe didomîne, bi hijmara Kanûna 2020'an 39 sal li pey weşana xwe domdar hişt.

Serxwebûnê di hijmara xwe ya nû de, nirxandina Rêberê Gelê Kurd a Abdûllah Ocalan a Hezîrana 1995'an û geşedanên îro ronî dike bi sernavê, ''Gelek karê PKK'ê li Başûr heye'' kire manşêt. Di nirxandinê de ku weke bersivê ye ji bo wan kesên ku didin ber pirsan bê ka çi îşê PKK'ê li Başûrê Kurdistanê heye, Ocalan wiha dibêje: ''Dibêjin, 'çi karê PKK'ê li Başûr heye? Gelek îşê PKK'ê li Başûr heye, peywirên wê hene ku divê bi teqezî bi cih bîne. Heke em hemû zarên eynî welatî û eynî civakê bin, heke em hêzên şoreşger bi ser de rêxistinên siyasî yên eynî welatî û civakî bin, hin peywirên me hene ku divê bi yekîtî û piştevaniyê teqez werin bicihanîn.''

Hevserokê Konseya Rêeber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de ya bi sernavê, ''2021 wê bibe sala berxwedaniya mezin û serkeftina mezin'' geşedanên sala 2020'an vedibêje. Bayik diyar dike li gel tecrîd û êrîşên qirker jî di serî de berxwedana li Imraliyê, gerîla û berxwedana gel gavên girîng dane ber xwe.  Bayik diyar dike, Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hatiye pozîsyona Rêbertiya karîger. Bayik her wiha diyar kir Pêngava Dema Azadiyê ye ya ku KCK'ê dayî destpêkirin wê dawî li faşîzmê bîne û bang kir ku 2021'an têkoşîn wer geşkirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan sala 2020'an ji hêla têkoşîna jinê ve nirxand. Erzîncan diyar kir êrîşên li ser jinên Kurd bi zanebûn û bi plan in, di şexsê jinên Kurd de jiyana azad a alternatîf dikin hedef. Erzîncan ji bo jinan bal kişande ser girîngiya têkoşînê û got bi rêxistiniya hêlên neteweya demokratîk 2021'an têkoşîna azadiya jinê wê geştir bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan jî bi nivîsa xwe perspektîfa sala 43'an a têkoşînê dinirxîne û diyar dike komloya navnetewî ku hatiye nûjenkirin ya bi tifaqa DYE-TC-PDK'ê bi pêngava şoreşger a 'Cenga Heftanînê' heta bi asteke girîng hatiye şikandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan di nivîsa xwe de ya bi navê ,''Mêtingeriya girankirî ya  li Kurdistanê li ber hilweşandinê ye'', dibêje heta ku pergala modernîteya kapîtalîst  a li Rojhilata Navîn neyê parçekirin li Kurdistanê azadî ne pêkan e.  Karayilan balê dikişîne ser ku di parçekirina vê pergalê de têkoşîna gerîla bi roleke diyarker e, gerîlayan teknolojiya ku dagirkeriyê pişta xwe pê qayim kiriye pûç kiriye. Karayilan her wiha dibêje, di sala nû ya têkoşînê de derfetê serkeftinê zêde bûne û got, ''Ji bo me pîvana serkeftinê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.''

Di hijmara 468'an de ya Serxwebûnê de her wiha nivîsên bi Kurmancî yê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemil Bayik û Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayişlan jî heye. Bayik di nivîsa xwe de balê dikşîne ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di bidirûvbûna têkoşîna azadiyê de. Bayik di nivîsê de bang dike ku bi çarçoweya pêngavê têkoşîn were geşkirin û azadiya fizîkî ya Ocalan were pêkanîn. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan jî di nivîsa xwe de di şexsê Mihyedîd, Mhmet Zinar, Rustem Zeydan ,Adil û Gulbahar de ku di têkoşîna azadiyê de, meha Kanûnê di demên cuda de şehîd bûne vedibêje.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk jî pêngavên PKK'yîbûnê ya di nav tevgera Apoyî de vedibêje û sê serdemên pêngavî bi berfirehî analalîz dike.

Orhan Kendal jî di nivîsa xwe de geşedana dîrokî ya çîna serwer a Tirk û xasetên wan ên taybet bi kûrahî analîz dike.

Lînka Serxwebûnê: 

http://serxwebun.org/