Şervanên YPJ'ê: Azadî bi rêxistinbûyînê dibe

Şervanên YPJ'ê: Azadî bi rêxistinbûyînê dibe

Fermandara YPJ'ê Biharîn Kendal û şervana YPJ'ê Viyan Peyman ên bi mehan e li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê di nava berxwedanê de cih digirin, bi wesîleya 25'ê Mijdarê ji çeperên berxwedanê banga, "li dijî tundiya serweriya mêr têkoşînê mezin bikin" li hemû jinan kirin.

Fermandara YPJ'ê Biharîn Kendal da xuyakirin, ku divê têkoşîna li hemberî tundiyê ne rojek her kêlî, her roj bê meşandin û destnîşan kir ku berxwedana YPJ'ê mînakek ji tevahiya jinên cîhanê re ye.

Şervana YPJ'ê Viyan Peyman jî got, "Ji bo jinê rêya azadiyê di rêxistinbûyînê re derbas dibe."

'DIVÊ HER ROJ TÊKOŞÎN WERE DAYÎN'

Fermandar Biharîn Kendal diyar kir, ku ne tenê 25'ê Mijdarê divê her roj bibe roja têkoşîna li hemberî tundiya serweriya mêr a li dijî jinê û ragihand, ku şîdeta serweriya mêr bi tundiya li dijî jinê re li nav civakê belav dibe. Biharîn Kendal da zanîn ku şîdeta mêr a vîna jinê dişkîne, bi hêsanî xwe digihîne tevahiya tebeqeyên civakî û got, "Şîdeta li hemberî jinê, di rêveçûna dîrokê de rê li ber tinebûna gelek çand, ziman û nasnameyan vekiriye. Weke mînak; Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên ji bo tinekirina nasname, çand û zimanê Kurdî bi êrîşa li hemberî jinê, pêk bînin. Ji xwe dizane ku li cihê jin hatiye xistin, vîna wê hatiye şikandin de, civak nikare xwe li ser piyan bigire."

'BERXWEDANA YPJ'Ê LI RUHÊ 25'Ê MIJDARÊ TÊ'

Biharîn Kendal da xuyakirin ku şervanên YPJ'ê ji aliyê cewherî ve li dijî şîdeta çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî jinê şer dikin û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê nûnerê sereke yê zîhniyeta serweriya mêr a êrîşkar û paşverû ye, lewma berxwedana şervanên YPJ'ê li ruhê 25'ê Mijdarê tê.

Biharîn Kendal diyar kir ku, jinên Kurd di vê roja têkoşînê de daketine kolanan û vîna xwe ya li dijî tundiyê nîşan dane. Kendal got, "Lê belê, di kesayetiya şervanên YPJ'ê de îsal, ev roj ji bo gelê Kurd xwedî wate û girîngiyeke cuda ye."

'ARÎN BERSIVA HERÎ GIRÎNG A LI ŞÎDETA MÊR E'

Fermandar Biharîn Kendal ragihand ku têkoşîna xwişkên Mîrabel, li Rojhilata Navîn di kesayetiya Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan û herî dawî jî di kesayetiya Arîn Mîrxan de hatiye meşandin û got, "Di tevahiya berxwedana Kobanê de, rêhevala Arîn û hemû rêhevalên jin ên ji bo destê qirêj negihêjin wan bedena xwe feda kirin, li dijî zîhniyeta şîdeta serweriya mêr li ser navê hemû jinên cîhanê bersiva herî girîng e. Lewma weke jinên Kurd em wateyeke girîng didin vê rojê û vê rojê li gorî wate û girîngiya wê bi berxwedan û têkoşînê pêşwazî dikin. Têkoşîna jinên Kurd a bi pêşengiya şervanên YPJ'ê, ji bo hemû jinan mînakeke."

SILAV JI JINÊN LI SER SÎNOR LI BER XWE DIDIN

Biharîn Kendal da zanîn ku divê tevahiya jinên Kurdistanê û Cîhanê, îro jî û hemû rojan li dijî her şêwe tundiyê li ber xwe bidin û diyar kir ku 25'ê Mijdarê ji aliyê sembolîk ve watedar e, lê girîng e di her kêliyê de di her rojê de têkoşîn were mezinkirin.

Fermandara YPJ'ê Biharîn Kendal, hemû jinên ji destpêka berxwedana Kobanê ve li Pirsûsê nobeda li ser sînor digirin, weke YPJ silav kir û ji wan xwest, têkoşîna xwe dewam bike.

'SÎSTEM JINÊN LI AZADIYÊ DIGERIN QETIL DIKE'

Şervana YPJ'ê Viyan Peyman jî da xuyakirin ku dema ji aliyê dîrokî ve lê were temaşekirin, tundiyeke serweriya mêr a bi hezaran salî heye û got, "Nûnerê roja îro ya vê tundiya her serdemê, sîstema kapîtalîst e. Çawa ku di dema serdema navîn de jinên li dijî şîdeta mêr derdiketin hatin qetilkirin, sîstema kapîtalîst jî jinên li azadiyê digerin qetil dike. Mînakên vê yên li Rojhilata Navîn; Leyla Qasim, di dema nêz de Şîrîn Elemhûyî ya ji aliyê rejîma Îranê ya ku berhemek sîstema kapîtalîst e hat qetilkirin û herî dawî jî Kader Ortakaya ya li dijî vê sîstemê derket hat qetilkirin, bi tenê çend ji bi hezaran jinên hatine qetilkirin e."

'TÊKOŞÎN DEWAM DIKE'

Viyan Peyman got, "têkoşîna jinan a li hemberî vê sîstemê, li gel hemû komkujiyan jî dewam dike" û destnîşan kir ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên weke nûnerên zîhniyeta qirêj a sîstema kapîstalîst derketiye holê, ew weke şervanên YPJ'ê têkoşîna çekdarî dimeşînin. Peyman bal kişand ser rê û rêbazên cuda yên têkoşînê ji bo jinan û anî ziman ku girîng e li her qadê bi rêbazên cuda têkoşîn were meşandin.

'AZADÎ BÊ RÊXISTINÎ NABE'

Peyman diyar kir ku YPJ hêza parastina cewherî ya hemû jinên cîhanê ye û got, "Li dijî her şêwe êrîşên li hemberî azadiya jinê, şervanên YPJ'ê wê şer bikin. Têkoşîna em li vir dimeşînin, bi tenê têkoşîna çekdarî nîne. Li dijî hemû rêbazên qirêj ên mejiyê serweriya mêr, vîna azadiya jinê ye. Tişta ku ji tevahiya jinan re bêjim ev e: Bi tena serê xwe kes nikare azadiyê bi dest bixe. Rêya azadiyê ji rêxistinbûyînê derbas dibe. Divê jinek bi tenê jî bêrêxistinî nemîne."